Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin 2022-11-19 14:51:35   AMED - Rojnameya Evrenselê di çarçoveya salvegera 30’emîn a mirina rojnamevan Namik Taranci yê hate qetilkirin de panela bi navê “Azadiya çapemeniyê û mafê agahî wergirtinê” li dar xist û bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê.    Rojnameya Evrenselê, di çarçoveya salvegera 30’emîn a mirina rojnamevan Namik Taranci yê di 20’ê mijdara 1992’yan de li Amedê hatin qetilkirin de bi navê “Azadiya çapemeniyê û mafê agahî wergirtinê” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê panel li dar xist. Di panelê de wêneyên Namik Taranci hatin vekirin. Hevjîna Taranci, Derman Taranci, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û welatî tev li panelê bûn. Panela ku moderatoriya wê nûçegihana Evrenselê Dîlan Temîz kir, endama MKGP’ê Munevver Karademîr û Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat weke axivîner tev li bûn.    ‘ROJNAMEVAN SERÎ NATEWÎNIN’    Endama MKGP’ê Munevver Karademîr, diyar kir ku li dijî hemû zextan rojnamevan rastiyan dinivîsin û wiha got: “Li dijî çapemeniya azad her tim zext hene. Lê li ser rojnamevanên jin û kurd zêdetir zext hene. Hevalên me bi serdegirtina malan hatin girtin. Hevalên me li her derê rastiyan tînin ziman. Li dijî zextan heqîqetê dinivîsin.”    DESTNÎŞANKIRINA HEQÎQETÊ     Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî destnîşan kir ku bi rageşiyên siyasî re zextên li ser çapemeniyê zêdetir bûne. Polat ê qala jiyana Namik Taranci kir, diyar kir ku Taranci heqîqeta li herêmê dinivîsand û rojnamevanekî ku cînayeta Mûsa Anter lêkolîn dikir bû. Polat, anî ziman ku berê rojnamevan dihatin qetilkirin niha jî tên girtin û qala cînayetên kiryarên ne diyar ên salên 90’î kir. Polat, bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û bi lêv kir ku tevî di 5 mehên dawî de 25 rojnamevanên kurd hatin girtin jî nivîsandina heqîqetê didomînin.