DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da 2022-11-19 13:30:57   AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da û wiha got: “Rêxistinên pîşeyî ji aliyê desthilat û hevkarên wê vê hedef tên nişandan.”   Endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), parazvanê mafên mirovan û rêveberê serdema beriya niha yê Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Mûstafa Yaşa duh di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê hate binçavkirin. DTO’yê têkildarî binçavkirina Yaşa, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku civîn lê hate lidarxistin pankarta “Bila Bijîşk Mûstafa Yaşa were berdan. Bila zextên li ser rêxistina me ya pîşeyî bên bidawîkirin” hate daliqandin. Hempîşeyên Yaşa û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî civînê bûn.    ‘HEDEF TÊ NÎŞANDAN’   Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran, diyar kir ku binçavkirina bêhiqûqî ya Dr. Mûstafa Yaşa, hedef nîşandana rêxistinên girseyî yên demokratîk e û wiha got: “Rêxistinên pîşeyî ji aliyê desthilat û hevkarên wê ve hedef tên nişandan. Gelek hevalên me ji aliyê vê pergala zextê ve tê xwestin bên cezakirin, li gelekan bi îfadeyên derew doz tên vekirin. Sûcdariyên li dijî Yaşa, têkildarî xebatên pîşeyî û sendîkayî ne. Hewl didin ji daxuyaniyên çapemeniyê yên dayî sûcan biafirînin. Xebatên pîşeyî û mafên mirovan ne sûc in.”   ‘BILA BINÇAVKIRINÊN NEHEQ BI DAWÎ BIBIN’   Baran, destnîşan kir ku xebatên pîşeyî yên rêxistinên tenduristiyê weke sûc derdixînin pêşberî wan û wiha berdewam kir: “Bijîşk Yaşa, hevalekî me yê ku navnîşana wî diyar e û dema gazî kirinê dikare biçe îfadeyê bide. Di holê de sûcekî ku bibe sedemê binçavkirinê nîne. Binçavkirin weke amûra cezakirin û mehandinê tê bikaranîn. Hevalê me bêsûc e, bila binçavkirinên neheq bi dawî bibin.”