Li Amedê zarokek hat binçavkirin 2022-11-19 11:46:48 AMED - Polîsan li Amedê duh bi şev bi ser malekê de girtin û zarokê bi navê B. Çelîk binçav kirin. Polîsan bi gotina ‘tu dê li qereqolê bibînî’ gef li Çelîk xwarin.    Polîsan duh bi şev li semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê bi ser malekê de girtin û zarokê bi navê B. Çelîk bi îşkenceyê binçav kirin. Hate hînbûn ku Çelîk bi îdiaya “li ser dîwaran nivîs nivîsandiye” hatiye binçavkirin.    Dayika Çelîk, Necla Çelîk serdegirtina polîsan a malê wiha vegot: “Polîsan saet nêzî 01.00’an bi ser malê de girtin. Em bi lêdanâ derî rabûn. Mal ser û bin kirin û bi pêlavên xwe yên biherî ketin malê. Di dema ketina malê de li lawê min xistin. Polîsan gef lê xwarin û gotin ‘tu dê li qereqolê bibînî’. Lawê min xistin menzelê û em jî xistin mutbexê û derî li ser me girtin. Polîsan li lawê min didan û qerîna wî me dibihîst. Bavê wî xwe avêt li ser wî li bavê wî jî dan.   ÇEK NÎŞANÎ ZAROKÊ 5 SALÎ DANE   Lawê min birin ser balkonê gotin em ê te ji vir biavêjin. Ne hiştin ku biçe lavaboyê jî her tim gefa ‘tu dê tu dê li qereqolê bibînî’ lê dixwarin. Di nava mehekê de 4 car in bi ser malê de digirin. Derûniya zarokên me xerab kirin, êdî bes e dê heta ku derê vê zilm û îşkenceyê bikin. Pirtûkên li mala me ku Hînker jî di nav de hemû kom kirin û gotin qedexe ne, min got tu pirtûkên qedexe li mala me nînin dîsa jî birin. Ji zarokê min ê 5 salî re gotin ‘di mala we de çek heye? Tu ji me hez dikî?’ Polîsan çeka xwe nîşanî zarokê min dan.”   Polîsan Çelîk birin Miduriyeta Polîsan a Şaxa Zarokan.