Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin 2022-11-19 11:03:41 STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî teqîna li Taksîmê şiband teqîna 5’ê Hezîranê li Amedê û got “îktidar li ser sûc hatiye” girtin û lewma weşandina nûçeyan û bûyerê qedexe kiriye.    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê ji ajansa me re nirxand. Temellî da zanîn ku piştî teqînê rayedarên îktidarê îdiayên ku danîne holê di destê wan de man.    ‘BERDEWAMIYA PLANA TÊKBIRINÊ YE’    Temellî anî ziman bi qedandina Mutabakata Dolmabahçeyê re êrişên li dijî gel û siyaseta demokratîk dest pê kirin û êrişên bombeyî heta îro berdewam dikin û ev êriş û teqîn berdewamiya “Plana Têkbirinê” ye. Temellî destnîşan kir ku ev îktidar heft heyşt sal in civakê krîmînalîze dike û dixwazin hêviya siyaseta di nava civakê de têk bibin û senaryoya şer li dijî gelê kurd xistin dewrê. Temellî da zanîn ku êrişa qetlîamker ewilî li dijî gelê kurd li dijî mitînga HDP’ê di 5’ê Hezîrana 2015’an de xistin dewrê û pişt re êriş û şer li dijî HDP’ê û gel bênavber li ser hev pêk hatin. Temellî got êriş û teqîn bûn rêbaza halê rejîmê.    HILBIJARTIN BI TEQÎNAN TÊ    Temellî diyar kir ku teqîna dawî ya li Îstîklalê di çarçoveya rêbaza hikûmetê ya ji bo derbaskirina qeyrana xwe ya siyasî de ye û got: “Pêvajoyeke nû ya hilbijartinê tê. Dixwazin vê pergala otorîter veguherînin hilbijartineke otorîter. Dixwazin bi awayekî ku wan meşrû bike ji hilbijartinê derkevin. Di vê çarçvoeyê de jixwe bi van teqînan dest bi dîzaynkirina civakê kirine. Ji ber ku em behsa teqîna 5'ê Hezîranê dikin, teqîna îro li Îstiklalê 7 salên desthilatdariya di teqîna de radixe ber çavan.”    ‘CIVAKÊ RASTIYÊ DÎT’    Temellî anî ziman ku îktidarê bi dijminatiya li hundir û derve ya li dijî kurdan hewl dide siberoja xwe misoger bike û têkildarî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên di teqîna dawîn de li dijî kurdan jî got: "Di êrişan de civakê rastiyan dît. Ev 7 sal in ev tişt tên kirin û civak jî dibîne. Bi gotineke din, em bi pêvajoyeke ku bi serê xwe hatiye deşîfrekirin û ku êdî çîrok û senaryoyên wê li hev nakin re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî dema li Taksîmê teqînê rû da, rabûn û rasterast HDP'ê sûcdar kirin. Di derbarê teqînê de bi awayekî adetî gotin, ‘Em ê pêşî bibêjin PKK, paşê YPG û paşê jî HDP’. Muxalefet jî vê trilojiyê bi kar tîne. Muxalefet jî mîna îktidarê, bêyî ku li ser sedemên bûyerê û çawaniya bûyerê raweste, hîn jî vê gotinê bikar tîne. Di vê teqîna dawî de civakê bi awayekî zelal ji îktidarê re got, 'Êdî meseleya ku hûn bi salan e dibêjin û xelkê dixapînin li ber çavan e û êdî gel rastiyan dizane’. Ev nîşan dide ku hûn dikarin ji bo îktidara xwe xwe çiqas alîkarê tundiyê ne û hovîtiyê ne.”   ‘XWESTIN SENARYOYA XWE BIDIN QEBÛLKIRIN, LÊ BI SER NEKETIN’    Temellî derbarê daxuyaniyên hemû alîgirên îktidarê û bi taybet Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu de jî got: "Rewşa ser girtina rastiyan û sûcên xwe ewqas hêsan bûye ku demildest înternetê û medya dîjîtal asteng kirin.” Temellî diyar kir ku îktidarê piştî medyaya civakî qedexe kir, bi saziyên wan ên medyayê re pêvajoya dezenformasyonê hat destpêkirin û wiha got: “Berî teqînê 10 deqîqe derbas bû û yekser gelek agahiyên wekî ‘Ji Efrînê hatiye’, ‘Ji Efrînê ye’ ‘YPG’yî ye’ belav kirin. Weke ku her tişt amade ye ji me re gotin. Bi vî awayî ew ji civakê re pêşkêş kirin û ji ber vê yekê xwestin ku hemû nîqaşan qut bikin. Ji ber vê yekê wan hewl da ku dawiya fîlmek pêşkêş bikin. Hewl dan hemû komployê bi vî rengî bikin. Kêliya teqînê Soylû li Idlibê bû. Çawa ji wir hat û daxuyaniyên ku hişê mirovan nagirin da. Hat nehat teşhîsê danî ser bûyerê. Peyamê dide Amerîkayê. Bi fikarî dixwazî peyamê bide cihekî. Dema tu li wan dîmen û wêneyê bûyerê dinihêrî tu dibînî tevnek hatiye çêkirin ango hûnandin. Lê belê di destê wan de ma. Ji bo ku ji vê krîza siyasî derkevin, xwestin tiştekî bikin lê belê ev hişê wan dawiya wan tîne. Dixwazin şer û nîqaşên xweyî navxweyî bi kurdan û hemû civakê bi serbixînin. Soylû bi bayê bezê hat cihê teqînê û her çi kir û xwestin bikin jî lê bi serneketin. Xelk di ferqa her tiştî de ye û dibîne.”    MA / Ergîn Çaglar