Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin 2022-11-19 09:09:14 AMED - Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Selma Aslan ku li Taxa Ben û Senê, li cihê cih "sûrên duyemîn" ên derketin holê vekolandin, got ku divê ev sûr bên parastin.    Li Amedê di bi navê "veguherandina bajêr" de Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hatibû xerakirin. Di bin xirbeyên avahiyan de bermayiyên dîrokî derketibûn, lê xebatkarên Şaredariya Bajêr a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bi axê û betaninan ser van bermayiyan girtibûn. Bertekên li dijî vê didomin.    Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Selma Aslanê ku li herêmê lêkolîn kirin, çavdêriyên xwe bi ajansa me re parve kirin.    'SURÊN HERÎ QEWÎ ÊN CÎHANÊ'   Aslanê bibîr xist ku Keleha Sûrê şahidiya şaristaniyên herî kevn ên cîhanê kiriye û wiha got: "Li gel kevnbûna xwe, sûrên herî qewî yên cîhanê ne jî. Dihat zanîn ku dîwarekî din ê ku Keleha Sûrê ji derve diparêze heye û ev piştî xerakirina avahiyên li ber sûran derket holê. Dihat fikirîn ku ji keleha hundurîn heya Deriyê Mêrdînê sûrên duyemîn tune ne. Lê dihat zanîn ku ji Deriyê Mêrdînê heya Deriyê Çiyê dîwarekî din heye. Arkeolog dibêjin ji ber ku di dema Eyyûbiyan de dîwarê kelehê texrîb bûye, kevirên dîwarên keleha duduyan hatine bikaranîn."    'DIVÊ BÊN PARASTIN'   Aslanê destnîşan kir ku divê bermayiyên ku wekî dîwarê "sûrên duyemîn" tên binavkirin bên parastin û ev tiş gotin: "Hatiye xwestin ku li devera avahiyan hatine xerakirin sererastkirina peyzajê bê kirin û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew daye ber îhaleyê. Karên li vê qadê tên kirin girêdayî pesendkirina Desteya Parastinê ne û lewma proje berpêşî Desteya Parastinê hatiye kirin. Bermayiyên sûrên duyemîn divê bên parastin û bi awayekî bên dîtin bên eşkerekirin. Dibe ku ev tişt hemû di projeyê de hebin û perçeyeke projeya peyzajê bin, lê ne wisa be divê daxilî nava projeyê bên kirin."    Aslanê da zanîn ku ji Desteya Parastinê doza projeyê kirine, lê heya niha tu belge negihaştine ber destên wan û got ku ji ber vê ew fikarên xwe yên di vî warî de tînin ziman. Aslanê anî ziman ku ew ditirsin ev bermayî bi axê an jî betonê bên nixumandin.    Her wiha Aslanê da zanîn ku ji bo bermayiyên dîwaran ên di bin axê de mane bên eşkerekirin divê hin xebatên kolandinê bên kirin û ev agahî parve kirin: "DArên di karê peyzajê de bên bikaranîn jî divê ne darên dirêj bin. Her wiha cihokên avê ku tê payin dê li ber sûran bên çêkirin, dibe ku zirarê bidin sûran."    Aslanê di dawiyê de destnîşan kir ku divê mudaxileyeke rast li bermayiyan bê kirin û got ku Geliyê Ben û Senê qada herî bi hişmet a sûran e û divê bê parastin.