Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê 2022-11-18 15:22:18 STENBOL - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum di roja 34’an Nobeta Edaletê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û banga hestyariyê li raya giştî kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan hatiye şewitandin dabû destpêkirin, di hefteya 34’an de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê berdewam kir. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, xizmên girtiyan nekarîn tev li nobeta vê hefteyê bibin û li şûna wan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Mûsa Pîroglû û Zuleyha Gulum tev li bûn. Beriya çalakiya nobetê, bi sedan polîs li pêşiya edliyeyê hatin bicihkirin.    ‘JI BER ÊRIŞA POLÎSAN NEKARÎN TEV LI BIBIN’   Di çalakiyê de parlamenter Zuleyha Gulum da zanîn ku malbatên girtiyan ji ber ku her hefteyê tên derbkirin û binçavkirin, pirsgirêkên tenduristiyê dijîn lewma jî nekarîn tev li çalakiyê bibin. Gulum, bi domdarî wiha got: “Lê belê ji me re gotin ku dê nobeta xwe her hefteyê bidomînin. Ji ber ku xizmên girtiyan vê hefteyê nekarîn tev li nobetê bibin, daxuyaniya vê hefteyê em ê bidin. Em ê bibin dengê girtîgehan û binpêkirinên tên kirin vebêjin.”   REWŞA OZKAN KRÎTÎK E   Di berdewamê de Gulum bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û ev tişt anî ziman: “Ev demekî pir dirêj e ku Ozkan di girtîgehê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Ozkan êdî di asteke krîtîk de ye. Ozkan di ferqê de nîne ku niha li girtîgehê jî dimîne. Di rewşeke wisa de nîne ku bi tena serê xwe bikare sexbêra xwe bike. Divê Ozkan were berdan. Tevî bertekên mezin ên raya giştî jî Ozkan nayê berdan. Malbata Ozkan xwe gihand me û gotin; ‘dibe ku di kêliyê de jiyana xwe ji dest bide.’ Cihê rexneyê ye ku wezareta tenduristiyê û midûriyeta girtîgehan di vê mijarê de bêdeng in. Niha zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexşwe hene. Lê ne tên tedawîkirin û ne jî tên berdan. Girtîgeh, veguherî ne malên mirinê. Li girtiyên sewqî nexweşxaneyê dikin jî kelemçeya ji pişt ve tê ferzkirin. Ev jî besî wan nîne ku niha lêgerîna nava dev li girtiyan ferz dikin. Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e.”    BANGA HESTYARIYÊ   Gulum, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî van sepanan, bi hezaran sepanên din ên derhiqûqî hene. Banga me li raya giştî ew e ku li dijî van sepanan bi hestyar tevbigerin û rê li ber vê xeta komkujer a li girtîgehan bigirin. Divê wezareta dadê û midûriyeta giştî ya girtîgehan berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”