Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye! 2022-11-18 15:16:03 ENQERE - Girtiyên li dijî şert û mercên tecrîda giran li Girtîgeha Eregliyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ragihandin ku silavdayîna wan jî tê astengkirin.   Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a di 4’ê cotmehê de li dijî şert û mercên tecrîda giran li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê hatiye destpêkirin, ji 16’ê cotmehê ve vegûherî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Parêzerên Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) di 11’ê cotmehê de çûn girtîgeha bi binpêkirinan di rojevê de ye.    SILAVDAYÎN JÎ QEDEXE KIRIN   Nûnerên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ên çûbûn serdana giritiyan anîn ziman ku girtî Faîk Bûdak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek li dijî şert û mercên tecrîda hatiye girankirin greva xwe ya birçîbûnê ji 16’ê cotmehê ve veguherandine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Di serdanê de girtiyan ev tişt bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re ragihandin: "23 saetan em tu kesê nabînin. Êdî ev veguherî tûndiya derûnî. Li odeyan tenê paceyek heye û pace jî bi têlên direhî hatine girtin. Ji têlan û dîwaran em nikarin esman bibînin. Em cilên xwe di legenekê de dişon, wan cilên şûştî di odeya xwe de ziwa dikin lê hefteyekê cilên me di odeyên me ziwa nabin. Ji ber ku cilên me jî kêm in, em bi rojan cilên qirêjî li xwe dikin. Ji ber ku em cilên xwe di odeyên xwe de ziwa dikin, li cergê me nexweşî peyda dibin. Di odeyên me de ketil, TV û radyo tune ne. Em nikarin ji weşanên wek rojname, kovar, pirtûk sûd bigirin. Ji ber avê bi kotayê didin em nikarin paqijiyê jî bikin. Em ji hêla hinek gardiyanan ve tim tên tacîzkirin. Destûr nadin ku em silavê bidin girtiyên din.”   ‘ÎNFAZÊN GIRTIYAN TÊN ŞEWITANDIN’   Di heman demê de girtî Cengîz Akkaya di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re kiribû de anî ziman ku tevî ku 6 sal cezayê dabûne wî qediyaye jî nayê berdan û ev agahî parve kirin: "Di hundir de ez wekî girtiyên giran di tecrîdê de têm ragirtin. Bi hinceta 'heqaret li serokkomar kiriye', înfaza min şewitandin. Gelek hevalên min ên wekî min hene. Ji me re dibêjin ku hejmara we zêde ye û em we naxin odeyên 3 kesî de û hem jî ji ber şewitandina înfazan mirovan dixin qawîşên yekkesî de. Şertên vê derê bi rastî gelek zehmet in. Ji ber wê hevalên me ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li dijî vê tecrîda giran em jî dê rojên pêşiya me de bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em ê heya ku ev tecrîda giran dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”