Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan 2022-11-18 14:02:16   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên têkildarî çalakiya li Mêrsînê bi bîr xist û wiha got: “Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan.”    Hevdîtinên bûçeya sala 2023’yan ên Wezareta Karên Hundir ku li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê tên kirin, didome. Di komîsyonê de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ewil parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû axivî. Kerestecîoglû gotinên Wezîrê Karên Hundir  Suleyman Soylu ku digot; “Min di jiyana xwe de yek gotareke ewlehiyê nexwendiye. Heke bibêjim ez derheqê wezareta karên hundir de tiştekî dizanim, dê bibe derew.” bi bîr xist û wiha got: “Tu rast dibêjî. Heke kesekî pispor li ser kar bûya, ev welat venediguheriya cihê mafyayê, nedibû navenda bazirganiya tiryakê, Gulistan Doku û Hurmuz Dîrîl dê bihatina dîtin, êrişî Dayikên Şemiyê nedihat kirin, mîna Malbata Şenyaşar dê ne mexdûr lê faîlên komkujiyan bihatina darizandin.”    Bi domdarî Kerestecîoglû bal kişand ser gotina Soylu ku digot; “Em heta hejmarên pêlavên terorîstan jî dizanin” û wiha domand: “We digot; ’50 kes man e, 300 kes man e’ û herî dawî jî got ‘120 terorîst man e.’ Lê belê hûn nnikarin pêşî li ber êrişeke bombeyî ya li navenda Stenbolê bigirin. Roja ku teqîna li Taksîmê çêbûy, hûn li Idlibê bûn. Gelo hûn wezîrê kîjan welatî ne? Çi karê we li qada serweriya welatekê din heye? Idlib û Efrîn hatin îlhaqkirin lê haya me jê nîne? Hem hiqûqa neteweyî û hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin.  We ji bo teqîna Stenbolê ji ewil got ‘PKK/YPG’î dê bikuştina’ û piştre we got; ‘Dê birevandina Yewnanistanê.’ Hûn dibêjin ‘em sersaxiya DYA’yê qebûl nakin’ lê di hêman kêliyan de Erdogan bi Serokê DYA’yê re diciviya. Hûn ji bo kesa hatiye girtin dibêjin, endama îstîxbaratê ye û ji Efrînê ye. Lê Efrîn ji sala 2018’an ve di bin kontrola OSO û TSK’ê de ye. Idlib jî di bin kontrola HTŞ’ê de. Ev her du hêz jî li dijî kurdan şer dikin. Gelo pêkane ku ev kes li ser Kobanê derbasî Efrînê, Idlibê bibe?”    GELO HÛN NIKARIN HINEK HÊDÎ BIFIRIN!   Kerestecîoglû axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji nîşaneyên ku we tu gotarên ewlehiyê nexwendine jî êrişa li Mêrsînê bû. We îdia kir ku êrişkar ji Minbicê bi paraşûta bimotor di 12-13 saetan de firiyan e Tarsûsê. Xweziya hûn jî hinek hêdî bifiriyan! Ji ber ku ev paramotor herî zêde dikarin 2-3’ê saetan li hewa bimînin. We nasnameya êrişkaran jî xelet eşkere kir û we got; ‘ajokarê texsiyê agahî da min.’ Hûn dizanin ku piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê mirovan digot; ‘dest bi xebatên hilbijartinê kirin’, ‘hemû kes heman tiştî difikire lê kesek nikare binivîse’ û hwd. dinivîsandin? Kesek bawerî bi daxuyaniyên we yê piştî bûyeran nayîne.”