Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin 2022-11-18 12:50:51     MÊRSÎN – Li Mêrsînê malên 5 hemwelatiyên elewî bi îşareta “X” hatin îşarekirin. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku îşaretkirina mala ji ber “rageşiya di navbera cîranan de” çêbûye.    Li Taxa Batikent a navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê, malên welatiyên elewî yên bi navên H.Ç., C.L., M.A., Ş.K. û N.C. ên li Sîteya Parkentê bi boyaxa sor û bi îşareta “X” hatin îşaretkirin. Piştî ku welatiyên elewî rewş ragihandî, polîsan têkildarî mijarê lêkolîn da destpêkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û welatiyên elewî dan zanîn ku ev yek ji hêla kesên ku haya wan ji elewîtiya wan heyî hatiye kirin û ji ber vê yekê jî fikarên wan hene. Welatiyan, xwest ku kiryar di zûtirin demê de bên girtin.    Walîtiya Mêrsînê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û da zanîn ku têkildarî bûyerê M.K. ê ku li heman sîteyê rûdine hatiye binçavkirin û ev îdia kir: “Bûyer, ji ber rageşiya di navbera cîranan de derketiye.”