'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘ 2022-11-18 09:59:07 EDENE -  Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakûp Ataş diyar kir ku ATK raporên nezanistî û alîgir dide û wiha got: “Ji bo berdana Mehmet Emîn Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt jixwe li ber çava ye.”  Li gorî daneyên Komîsyona Girtîhan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li seranserî girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû hewldanên parastvanên mafên mirovan jî girtiyên nexweş nayên berdan û mafên wan ên teduristiyê tên binpêkirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakûp Ataş bal kişand ser raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku ji bo girtiyên nexweş dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” û got ATK alîgirtiyê dike.    'MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’    Parêzer Ataş da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê, li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû û li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê 54 girtiyên nexweş hene û wiha got: “Rewşa van girtiyên nexweş tevan jî giran e. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ‘lêgerîna nava dev’ li girtiyan tê ferzkirin û mafên wan ên tedawî û tenduristiyê tên binpêkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê; di sala 2021’an de 13 girtiyan ji ber ‘întîharê’, 5 girtiyan bi awayekî guman û girtiyekî jî ji ber sedemên nediyar jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2022’yan de jî herî kêm 70 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”    'DIVÊ ATK TEKANE SAZIYA DIYARKER NEBE’    Bi domdarî Ataş anî ziman ku girtiyên nexweş li gel ku hatine ber demê dawî jî nayên berdan û wiha bertek nîşanî ATK’ê da: “Ji ber raporên alîgir û ji zanistê dûr ên ATK’ê, girtiyên rewşa wan giran ku nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bimînin bêhtir li girtîgehê dimînin û nexweşiya wan girantir dibe. Ji ber raporên ATK’ê ku dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’, gelek girtî jiyana xwe ji dest didin. An jî dema dikevin ber mirinê tên berdan lewma jî bo tedawiyê dereng dimîne. Demekî kin piştre jî jiyana xwe ji dest didin. Weke mînak; yek ji girtiyên nexweş jî Mehmet Emîn Ozkan e. ATK ji bo Ozkan dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û bernade. Ozkan, nikare di danişînan de parastina xwe bike ji ber ku dadger û parêzeran nabihîse. Nikare bi tena serê xwe bimeşe. Anku ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li ber çava ne. Tevî vê jî nayê berdan. Ji ber ku tekane saziya diyarker, ATK ye û raporên nexweşxaneyên baş û yên zanîngehan nayên qebûlkirin. Ji bo parastina mafê jiyanê, divê ATK di vê mijarê de tekane saziya diyarker nebe.”    'HEWCEYE XEBATEKE QANÛNÊ YA BI KOORDÎNE WERE KIRIN’    Di berdewamê de Ataş bal kişand ser sererastkirina qanûnî ya di Qanûna Înfaza Cezayan de û wiha bi dawî kir: “Wezareta Dadê û desthilatdarî divê beriya guhertina di qanûna têkildarî girtiyên nexweş, bi saziyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan de xebateke bi koordîne bimeşîne. Bi vê yekê re dikare çareseriyên mayînde bên peydakirin.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen