Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye 2022-11-18 09:01:53   STENBOL - Şadî Ozdemîr, birayê girtiye nexweş Sadî Ozdemîr ê ku 4 caran qeyranê li dilê wî xistiye û ji sedî 98 astengdar e, xwest birayê wî bê berdan û wiha got: "5 meh in îdianame nehatiye amadekirin. Ev, îşkence ye."    Sadî Ozdemîr ku di 2'yê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de hatibû binçavkirin, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Sadî Ozdemîr ê 74 salî ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ye, berî bê girtin ji ber ku qeyranê li dilê wî xistibû, pûl li dilê wî hatibû bicihkirin û piştî emeliyatê Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê rapora ji sedî 98 astengdar dabûyê. Çendî rapora wî ya astengdariyê heye û piştî hatiye girtin 4 caran qeyranê li dilê wî xistiye jî nayê berdan. Her wiha 5 meh derbas bûne, lê hê jî îdianameya wî nehatiye amadekirin.    Birayê wî Şadî Ozdemîr ragihand ku piştî ku birayê wî hatiye girtin, wî hevdîtin bi dozgeriyê re kiriye û ji dozger re gotiye: "Birayê min ji ber qeyran li dilê wî xistiye baypas bûye. Piştî vê ji sedî 98 rapora astengdariyê dan wî. Piştî vê ji ber xitimandina demaran nerihet bûye. Ger hûn li raporê mêze bikin, hûn ê bibînin ji sedî 98 astengdar e û dilê wî ji sedî 25 dixebite."    Bira Ozdemîr da zanîn ku divê cîhaza di dilê birayê wî de tim bê kontrolkirin. Ozdemîr bilêv kir ku ji dozger re gotiye pûl di dilê birayê wî de heye û divê tim dermanan bixwe û gava rîtama dilê wî xirab bibe divê tim bê kontrolkirin û ev tişt divê demildest bên kirin. Ozdemîr der barê rewşa birayê xwe de ev tişt gotin: "Nexweş tenê ji bo nexweşîna xwe li malê dimeşe û carinan dadikeve kuçeyê. PIştî vê vedigere malê. Bi vî awayî em dikarin ji bo mzeyê wî bibin û bnin. Nexweşekî di vî halî de û 74 salî ne pêkan e derkeve derveyî welêt û ji malê bi dûr bikeve. Tew nikare ji navenda nexweşxaneyê jî dûr bikeve."    Bira Ozdemîr anî ziman ku lê dozger guh li wan nekiriye.    MUAYENEYA BI AWAYEKÎ DESTKELEMÇEKIRÎ   Bira Ozdemîr da zanîn ku ji bo tenduristiya birayê xwe daxwazname daye dozgeriyê û got ku piştî daxwaznameyê birayê wî sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekirdagê hatiye kirin û li vir raporek hatiye amadekirin. Bira Ozdemîr diyar kir ku gava birayê wî birine heyeta tenduristiyê wî bi awayekî destkelemçekirî birine, lê birayê wî îtiraz kiriye û gotiye, "Ez nikarim birevim, ez bi zorê dimeşim." Ozdemîr da zanîn ku lê birayê wî bi awayekî destkelemçekirî li odeya nexweşxaneyê hatiye sekinandin û gava wî birine heyetê bi vî awayî ew muayene kirine.    Ozdemîr diyar kir ku birayê wî di qawîşeke sê kesî de dimîne û divê xwarina wî, xwarina diyetê be û got ku lê li girtîgehê xwarina diyetê nadin girtiyên nexweş.    'LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Ozdemîr ku destnîşan kir ku ew nizanin birayê wî bi çi tê sûcdarkirin û got: "Belesebeb hatiye girtin. Yanî ev înfazeke bêdaraz e. Ev şkence ye. Kesekî ji sedî 98 astengdar diviyabû bi awayekî taybet bihata parastin, lê di qawîşeke girtiyan de tê girtin. Ev tiştekî derî mirovahiyê ye. Ger cezayeke me hebe, helbet em ê cezayê xwe bikişînin. Ev li tu dewleteke hiqûqê tune ye. Em li dijî vê ne. Ma hûn dizanin derûniya kesekî ku nizane ji ber çi tê sûcdarkirin çawa ye? Dê çawa di şert û mercên girtîgehê de li ber xwe bide?"   Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de xwest ku birayê wî bi awayekî negirtî bê darizandin û wiha axivî: "Ji bo girtiyên nexweş ji xeynî têkoşînê tu rêyeke me tune ye."    MA / Rûkiye Adiguzel