OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin 2022-11-18 09:00:50   STENBOL - Endamê OHD'ê Parêzer Xebat Demîrcan diyar kir ku parêzerên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "ronahiyeke ji bo çareseriyê" dibînin û bang li rêxisinên hiqûqê kir ku li hemberî pergala tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin.    Nêzî 20 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayê dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin.    Ji ber vê nexebergirtinê û ji bo bidawîbûna tecrîdê û rakirina astengiyên li ber hevdîtinê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) 775 parêzer û ji Ewropa û Rojhilata Navînê jî bi sedan parêzer serî li Wezareta Dadê dabûn. LÊ belê heya niha çi erênî çi jî neyînî bi tu awayî bersiva van serlêdanan nehatiye dayîn.    Parêzerê OHD'î Xebat Demîrcan tecrîda li ser Ocalan û serlêdana ku kirine nirxand.    PÊKANÎNA ŞERÊ TAYBET   Demîrcan tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn, wekî "projeksiyona" polîtkaya li ser gelê kurd tê pêkanîn nirxand.    Demîrcan bal kişand ser helwesta desthilatê ya ji bo "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015'an de û anî ziman ku sedema sereke ya kûrkirina tecrîdê ji nêz ve girêdayî vê pêvajoyê ye. Demîrcan destnîşan kir ku ya rast rola Ocalan a di "pêvajoya çareseriyê" de baş hatibû dîtin û wiha got: "Di wê pêvajoyê de ku bi pêşengiya Ocalan dihat birêvebirin, pevçûn bi dawî bûbûn û çareserî nêz bûbû. Vîna Ocalan a ji bo çareseriyê hatibû dîtin. Lê hikûmetê piştî ku vê vîna Ocalan dît, rabû ev pêvajo bi dawî kir û tecrîdê kûrtir kir. Ji ber ku bi rola wî ya çareserkirina meseleya kurdî dizane, vê bêhiqûqîtiyê dike. Dewletekê biramin, nikare qanûnên xwe pêk bîne. Tecrîda li ser Ocalanî rewşeke 'îstisnayî' ye. Ne li welêt ne jî li cîhanê mînaka wê tune ye. Tiştên li ser Ocalan tên pêkanîn, encameke polîtîkayên şerê taybet e. Em hiqûqnas bi vî awayî lê mêze dikin."    'ME XWEST EM BÊHIQÛQÎTIYÊ EŞKERE BIKIN'   Demîrcan bal kişand ser serlêdana "demildest hevdîtin bi Ocalan re" ya 775 parêzerên girêdayî 29 baroyên li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em parêzerên kurd ên OHD'î û dostên wan me bi vê serlêdana xwe ya li Wezareta Dadê xwest bêhiqûqîtiya tê kirin eşkere bikin. Ev rewş, tenê me parêzeran eleqedar nake. Tevahiya baroyên hiqûqê eleqedar dike. Ji lew re li holê nepêkanîna hevdîtina girtiyekî ya bi malbata wî, wasiyê wî û parêzerên wî re heye. Li holê bi awayekî eşkere bêhiqûqîtiyek heye. Yanî hemû kesên dibêjin em hiqûqnas in, divê li ber vê yekê rabe. Diviyabû baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî bertek nşan bidana. Divê li hemberî vê tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin.Lê niha em dibînin ku hin baro guhnedêriyê dikin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê îro ro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Niha belesebeb înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin, nayên berdan û çalakiyên malbatên girtiyan tên astengkirin. Hevdîtina malbatan a bi girtiyan re tê astengkirin. Mînaka herî berbiçav jî astengkirina girtiyên siyasî yên Girtîgeha Bakirkoyê ye. Her wiha belesebeb cezayên hucreyên li girtiyan tên birîn."    ‘OCALAN RONAHÎ YE JI BO ÇARESERIYÊ'   Demîrcan bibîr xist ku ji Rojhilata Navîn û welatêN Ewropayê jî gelek parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li wezaretê dane û wiha got: "Ocalan, rêberê tevgereke pir mezin e. Ev parêzer jî baş hay ji rola Ocalan hene. Axirê meseleya kurdî tenê ne meseleya Tirkiyeyê ye, meseleyeke tevahiya Rjhilata Navîn û cîhanê ye. Weziyeta Ocalan a bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurdî, di heman demê de ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn jî ronahiyek e. Lewma serlêdana parêzerên jI Ewropa û Rojhilata Navîn pir girîng e."    ‘EM Ê ROLA XWE BILÎZIN'   Demîrcan di dawiyê de da zanîn ku hê jî Wezareta Dadê tu bersiv nedaye wan û got: "Serlêdan nehatine bersivandin. Lê em ê her tim vê bêhiqûqîtiyê eşkere bikin û em ê bi awayekî herî baş rola xwe bilîzin. Ji lew re tecrîda li ser Ocalan ne tecrîdeke hêsan e. Ev tecrîd berdewama polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ye. Em behsa rêberê gelekî dikin. Ji bo bidawîbûna vê tecrîdê divê siyaseta sivîl, rêxistinên civaka sivîl, baro û saziyên navneteweyî tevbigerin."    MA / Ergîn Çaglar