Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2022-11-17 23:08:53   STENBOL -  Ahlam Albashîr û 16 kesên din ên ji ber teqîna li Kolana Îstiklalê hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 28 kes jî serbest hatin berdan.    Ahlam Albashîr ku ji ber teqîna li Kolana Îstiklalê ya Taksîmê hatibû binçavkirin tevî 48 kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.    Ji kesên binçavkirî 2 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Albashîr jî ku li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, tevî 16 kesan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin.    Her wiha 3 kes bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin û 28 kes jî hatin berdan.   Albashîrê li dozgeriyê îdiaya ku di lêpirsîna nefermî ya li midûriyeta polîsan ku hatibû gotin YPG'î ye û bombe teqandiye derewan û derpêş kir ku di çenteyê wê de tiryak hebûye.