Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn 2022-11-17 21:48:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Kazyoyê ya Silêmaniyeyê teqînek rû da. Di teqînê de 3 xanî xera bûn û hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.    Li Taxa Kazyoyê ya Silêmaniyeyê tanqeke gazê teqiya. Di teqînê de 3 xanî xera bûn û zirar gihaşt gelek xaniyên derdorê.    Li gor agahiyên bi dest ketin, di teqînê de herî kêm 15 kes birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku hin kez di bin enqazê de mane.    Li herêmê xebatên komên tenduristî û rizgarkirinê didomin.