Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn 2022-11-17 19:15:01   KONYA – Li tetikkêş Mehmet Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllariyê qetil kiribû 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn. Dadgehê der barê bersûcên din de jî biryara beraetê da.    Di 12'ê Gulana 2021'ê de li navçeya Meramê ya Konyayê malbata Dedeogûllariyê rastî êrişeke nijadperest a malbata Keleş û Çalikê hatibû. Ji ber ku piştî vê êrişê tevdîrên ji bo parastinê nehatibûn girtin, di 30'yê Tîrmeha 2021'ê de tetikkêş Mehmet Altûn 7 ferdên malbata Dedeogûllariyê kuştibû.    Îro danişîna biryardayînê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê hat lidarxistin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Demîr, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, parlemneterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Kemal Pekgoz û Mûrat Çepbî, parlemneterê CHP'ê Levent Gok tevlî danişînê bûn. Di danişînê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û serokên gelek baroyan jî di danişînê de amade bûn. Her wiha Çetîn Dedeogûllari ku ji malbata Dedeogûllariyê ew tenê maye jî danişînê şopand.    Piştî tespîtkirina nasnameyan ewraqên daxilî nava dosyeyê hatine kirin hatin xwendin û ewilî meqama îdiayê axivî. Meqama îdiayê li mutalaaya xwe ya berê sûcê "binpêkirina bi çekê binpêkirina parêzbendiya avahiyê" jî zêde kir û ji ber vê serokê dadgehê mafê parastina pêvekî da bersûcên mudafî û bi dû re jî parêzer axivîn.    Lê ji ber ku daxwaza parêzeran a ji bo berfirehkirina peyketinê ji aliyê şandeya dadgehê ve nehat qebûlkirin û dadgehê jî îdia kir ku ev daxwaz têkildarî dirêjkirina darizandinê ye, parêzerên malbata Dedeogûllari, bi sedema helwesta dadgehê ne bi niyeta baş e û dijhiqûqî ye doza redkirina dadger kir. Şandeya dadgehê li ser vê yekê parêzer ji eywanê derxistin.    Piştî vê dadgehê li hêwana vala ku parêzer ne lê bûn biryara xwe eşkere kir.   Dadgehê li tetikkêş Mehmet Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllariyê qetil kiribû 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn. Dadgehê der barê bersûcên din de jî biryara beraetê da.