Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye 2022-11-17 17:00:30   STENBOL - Kesa bi navê Ahlam Albashir ku ji ber teqîna li Taksîmê hatibû binçavkirin, duh derxistin dadgehê. Albashir, di îfadeya xwe ya li dadgehê de da zanîn ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye.    Li Cadeya Îstîklalê ya li Taksîma Stenbolê teqînek çêbû û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Ahlam Albashir ku tê gotin ji Sûriyeyê ye û çalakî pêk anî ye, hatibû binçavkirin. Îfadeyên Albashir ên li midûriyeta emniyetê û îfadeyên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hev negirtin. Soylu û emniyetê diyar kiribû ku Albashir ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye lê belê Albashir di îfadeya xwe ya îro de wiha got: “Ez ji Idlibê derbasî Hatayê bûm.”    Piştî girtina Albashir, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê diyar kiribûn ku “Albashir ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye.” Bi domdarî Soylu wiha gotibû: “Nirxandineke me heye ku fermana çalakiyê ji Kobanê girtiye. Nirxandineke me heye ku kesa çalakî pêk anî ji Efrînê derbas bûye. Kesa ku demek berê bûyer pêk anî û bombe li wir bi cih kirî, ji hêla komên me yên Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ve hate binçavkirin.”    Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî têkildarî mijarê ev daxuyanî dabû: “Di jêpirsîna şexsê de eşkere bû ku li ser Efrîn-Idlibê derbasî welatê me bûye da ku çalakiyê pêk bîne. Her wiha eşkere kir ku bi rêyên qaçax derbasî welatê me bûye.”