Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye 2022-11-17 15:26:44   ÎZMÎR - Ji xizmên girtiyan Hanim Sever di roja 140’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û êrişên li dijî sivîlan şermezar kir. Seven, got ku têkoşîna kurdan a li dijî van êrişan, têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina tecrîda li ser girtîgehan, xizmên girtiyan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 140’emîn de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Foçayê jî piştgirî da malbatan.    Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Hanim Sever axivî û da zanîn ku ji bo aştî û azadiyê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirine. Seven, bal kişand ser êrişa bomeyî ya li Stenbolê û şermezar kir. Seven, axaftina xwe wiha domand: “Her ku em dibêjin bila li vî welatî xwîn nerije û daxwaza aştiyê dikin, xwîn dîsa jî dirije. Mirovên bêguneh li naverasta kolanan tên qetilkirin. Em dixwazin ku kesek êdî li dijî sivîlan êrişan neke. Her ku hilbijartin nêz dibe, êriş jî zêdetir dibin. Kesên li vî welatî daxwaza azadî, aştî û edaletê dikin tên girtin. Lê kesên bombeyan diteqînin bi dilrehetî diçin malên xwe. Êrişa li Stenbolê, êrişên li Enqereyê tîne bîra mirov. Li Enqereyê jî êrişî aştîxwazan kirin û 10 kes jê qetil kirin. Êrişên xwe yên bombeyî yên li dijî sivîlan jî xistin stûyê gelê kurd. Em vê teqez qebûl nakin. Tu çalakiyên ku sivîlan hedef digirin, rast nînin. Heta ku aştî û demokrasî tê vî welatî jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Doza gelê kurd, doza aştî, demokrasî û azadiyê ye.”