Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer 2022-11-17 14:05:10   AMED - Di danişîna doza rojnameger Berîtan Canozer de ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, salek û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê hat dayîn û ji ber parvekirinên li ser hesaba kesekê din hatine kirin jî salek û 3 meh cezayê hefsê dan Canozer.    Bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî “wêne û nûçeyên YPG/YPJ’iyan parve kiriye”, derheqê rojnameger Berîtan Canozer de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Canozer li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Canozer tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temûr amade bû. Her wiha Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmût Oral û hempîşeyên Canozer jî danişîn şopandin. Dozgeriyê, mutalaaya xwe ya di rûniştina berê de dîsa dubare kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” xwest ku li Canozer cezayê hefsê bê birîn.    Parêzer Resîl Temûr jî da zanîn ku 4 hesabên medyaya civakî hene ku tê îdiakirin ên Canozer in û ev tişt anî ziman: “Ji van hesaban 3 jê yên miwekîla min nînin. Em nizanin bê ka dozger ji bo parvekirinên kîjan hesabê daxwaza cezakirinê dike. Lewma jî em ê îdianameyê esas bigirin û wisa parastina xwe bikin. Miwekîla min jixwe parvekirinên li ser hesaba xwe qebûl dike. Hesaba bi navê ‘beritansarya’ ya miwekîla min nîne. Xwediya vê hesabê li ser hesaba xwe jî ragihand ku ew hesab a miwekîla min nîne. Di encama lêkolînan de jî derket holê ku miwekîla min ev hesab bi kar ne aniye. Di çarçoveya dosyayeyek din de hesabên medyaya civakî yên miwekîla min hatin lêkolînkirin. Dadgeha Makeqanûnê sepana ‘dewriyeya dijîtal’ betal kiriye lewma jî di rewşeke wiha de delîlên hatin bidestxistin, derhiqûqî ne.”    BIRYARA WEZARETÊ PÊŞKEŞ KIR   Bi domdarî Temûr diyar kir ku parvekirinên miwekîla wî di navbera salên 2014-2015’an de hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê parvekirinên têkildarî PYD’ê û hêzên girêdayî wê sûc nebûn.” Temûr, belgeya ku Wezareta Karên Hundir ji bo dosyayeke li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran dihat dîtin şandî ku tê de digot; “parvekirinên derheqê PYD/YPG/YPJ’ê de sûc nînin” pêşkeşî dadgehê kir. Temûr, da zanîn ku miwekîla wî jî wê demê ev peyam parve kirine û ev yek jî sûc nîne û daxwaza beraetê ya miwekîla xwe kir.   JI BER PARVEKIRINA KESEKA DIN CEZA LÊ HAT BIRÎN   Dadgehê, ji ber parvekirinên li ser hesaba ku Canozer dibêje ew bikartîne salek û 10 meh û 15 roj, ji ber parvekirinên li ser hesaba bi navê “bartinsarya” ku dibêje ya wê nîne jî salek û 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Dadgehê ji bo cezayê heyî serî li rêya taloqkirinê neda.    Li dijî cezayê hatiye dayîn, dê parêzerê Canozer li Dadgeha Îstînafê îtîraz bike.