Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan 2022-11-17 12:51:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê bi navê Veysî Esen ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan û wiha bang kir: “Daxwaza me ew e ku saziyên têkildar bên serdana girtîgehê û binpêkirinên li vir di cih de bişopînin.”    Hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê ya sala 2023’yan ên li Meclisê didomin. Wezîrê Dadê di hevdîtinên bûdçeyê de îdia kir ku di serdema desthilatdariya AKP’ê de li girtîgehan îşkence û binpêkirin bi dawî bûne. Di demekî ku Bozdag îşkence û binpêkirin înkar dikir de agahiyeke nû ya binpêkirinan jî ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hat. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dan zanîn ku rêveberiya girtîgehê televîzyon, sarinc û pirtûkên wan desteser kirine.    Têkildarî binpêkirinên li girtîgehê, ji girtiyan Veysî Esen duh li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û qala binpêkirinan kir. Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê, Esen da zanîn ku rêveberiya girtîgehê ev zêdetirî hefteyeke qawîşên girtiyan diguherîne û dest danî ser televîzyon, sarinc û pirtûkan ku wan bi xwe dabûn girtiyan.    DEST DANÎN SER PIRTÛKÊN GIRTIYAN   Bi domdarî Esen anî ziman ku li qawişan 21 kes dimînin lê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê televîzyonek û sarincekî besî wan dibîne û ev agahî parve kirin: “Rêveberiya girtîgehê beriya niha televîzyon û sarinc dabûn me lê ev dîsa desteser kirin. Her wiha Hemû pirtûkên dabûn me jî desteser kirin. Her girtiyek tenê dikare 5 pirtûkan li cem xwe bihêle. Her wiha rêveberiya girtîgehê ji me re got ku ji malbatên xwe re bibêjin ku pirtûkan neşînin û heke hewce bike ew dê bidin.”   Esen, ji malbata xwe xwest ku saziyên têkildar biçin serdana girtîgehê û binpêkirinên li girtîgehê di cih de bişopînin.