MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin 2022-11-17 11:48:51   ENQERE - MHP'ê têkildarî TTB’ê pêşniyarqanûnek da û xwest ku peyva “Tirk” ji navê TTB’ê bê derxistin.    MHP'ê ji bo guherandina qanûna bi hejmar 6023 ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) pêşniyarqanûnek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Pêşnûmeqanûn ji hêla Parlamenterê MHP’ê yê Dîlokê Alî Mûhîttîn Taşdogan ve hat amadekirin û hat xwestin ku navê Yekitiya Bijîşkên Tirk weke “Yekitiya Bijîşkan” bê guherandin.    Di heman teklîfê de hat xwestin ku endamtiya kesên ji TTB’ê hatine girtin û yên bi KHK’yê ji kar hatine avêtin jî bê bidawîkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ji ber daxuyaniyên Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, Fîncanci hedef nîşan dabû. Piştî daxuyaniyên Bahçelî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Fîncanci de bilez û bez lêpirsînek dabû destpêkirin û Fîncancî hatibû girtin.