Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin 2022-11-17 11:39:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên rejîma Îranê ya li dijî çalakvanan de herî kêm 7 kes hatin qetilkirin.    Bi qetilkirina Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn. Çalakî heta niha jî bênavber didomin. Li bajarên ku greva giştî hatiye destpêkirin de gel dakete kolanan. Hat ragihandin ku di encama êrişên hêzên rejîmê de herî kêm 7 kes hatin qetilkirin. Hat zanîn ku di encama êrişan de li bajarê Sineyê welatiyên bi navên Îsa Beglerî û Zanyar Ellah Mûradî, li bajarê Bokanê Saman Kadîrbegî û Salar Micawir, li Kamyaranê Fûad Mihemedî û Burhan Keremî û li bajarê Seqizê jî zarokê bi navê Danyal Pabendî yê 16 salî hatin qetilkirin.    DU SERPÊL HATIN KUŞTIN    Di çalakiyên protestoyî yên li Bokan û Kamyaranê de 2 endamên Artêşa Mihafizên Şoreşê yên rejîma Îranê hatin kuştin. Di vê çarçoveyê de serpêlê payebilind Riza Almasî li Bokanê û endamê Pasdaran Riza Azerbar jî di dema çalakiyên li Kamyaranê de hat kuştin.    PROTESTO DIDOMIN   Çalakiyên li bajarên Îranê şevê din jî berdewam kirin. Çalakiyên herî mezin li bajarên Îsfahan û Şîrazê hatin lidarxistin û hêzên rejîmê bi dijwarî êrişî çalakvanan kirin. Di tevahiya şevê de dengê çekan li bajarên navborî kêm nebûn. Hat zanîn ku hêzên rejîmê neçar man ku xwe ji kolan û cadeyan vekişînin.