Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin 2022-11-16 16:11:59   AMED - Rojnamevan Fatîh Ozgur Aydin ê bi nexweşiya Crohn ketiye û girtî ye name ji DFG’ê re şand û behs binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa F’yê kir.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Kovara Eniya Kedkarên Cemaweriyê Fatîh Ozgur Aydin (41) ê bi nexweşiya kronîk a Kronîk ku li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa F’yê girtî ye, bi nameyekê ku behsa binpêkirinên mafan dike ji Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) re şand. Aydin anî ziman ku di sewqên nexweşxaneyê û dadgehê de lêgerîna di nava dev de û jêkirina pêlavan û lêdana lingan a li erdê dewam dike. Aydin diyar kir ku weşanên ku biryara desteserkirinê ji bo wan tune jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin û nadin girtiyan.    Aydin di nameya ku şandiye de wiha got: “Ji roja ku we name hat şandin û vir ve, gelek xebatkarên çapemeniyê û hevkarên me hatin îşkencekirin, binçavkirin û wan avêtin girtîgehê. Îktidara AKP'ê ji bo ku nûçeyên rastiyan, birçîbûnê, xizanî û neheqiyê neyên ragihandin, her rê û rêbazê bikar tîne. 'Qanûna sansurê' delîleke din bêçaretiya wan e. Beriya wê gelek rê ceribandin, lê nikaribûn 'serkeftinekê' bi dest bixin. Ne qanûnên sansurê, ne binçavkirin û ne jî dezenformasyonên ku bi rêya Serokatiya Ragihandinê pêk tînin dê bi kêrî tiştekî neyê.. Mafê gel heye ku bigihêje nûçeyên rast û dê her dem rêyek ji bo rojnamegerên rasteqîn hebe ku agahiyan bigîhinin gel.”    Aydin di berdewamiya nameyê de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê girtî bi wan re rûbirû mane rêz kir û destnîşan kir ku hemû mafên girtiyan tên astengkirin û desteserkirin.