DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be 2022-11-16 13:51:13   STENBOL – DÎB’ê diyar kir ku êrişa li Taksîmê pêvajoya hilbijartinên 7’ê hezîranê bi bîr dixe û wiha got: “Divê tevahiya hêzên muxalefetê li dijî van polîtîkayên şer ên ku welatê me ber bi karesatê ve dibe bisekinin ku di heman demê de pirsgirêka ewlehiya hilbijartinê ye jî.”    Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî êrişa li Cadeya Îstîklalê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û êriş şermezar kir. DÎB’ê diyar kir ku êrişa Taksîmê di heman demê de êrişên di pêvajoya 7’ê hezîranê û 1’ê mijdara 2015’an de bi bîr xistiye û wiha got: “Yek ji mijarên din ên dilêş ew e ku nayê zanîn bê ka polîtîkaya êrişkar a desthilatdariya ya li dijî Sûriyeyê dê hêjta çi karesata bi serê welêt bîne. Têkiliyên tarî û qirêjî yên bi çeteyên cîhatperest re, dê karesatan bi serê vî welatî bînin.”   Bi domdarî DÎB’ê ev tişt anî ziman: “Bi qedexekirina weşanê û astengkirina medyaya civakî re xizmet ji kiryarên êrişê re kir. Êdî ewlehiya hilbijartinê, ne tenê ewlehiya sindoqê ye. Divê kesên sindoqê weke rêya xelasiyê dibînin, baş bizanin ku dê ji wê sindoqê bo gel encamekî xêrê dernekeve. Divê hemû hêzên muxalefetê li dijî van polîtîkayên şer ku welêt ber bi karesatê ve dibe, xwedî sekn be. Ji ber ku ev yek di heman demê de pirgsirêka ewlehiya hilbijartinê jî ye. Divê sedemên vê êrişê bên zelalkirin, îdiayên derheqê çeteyên cîhadîst de bên ronîkirin.