Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome 2022-11-16 12:56:02     RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re nobeta edaletê didomîne, bi lêv kir ku guneha dayikê di stuyê herkesên ku di nava dewletê de xwedî rayeyekê ye û ji vê bêedaletiyê re bêdeng bimîne de ye.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 618’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên hatin ber deriyê edliyeyê tevî barîna baranê jî nobeta xwe didomînin.     ÇAWA BIÇE MALÊ?    Ferît Şenyaşar, bi lêv kir ku tevî barîna baranê jî bi israrin ku nobeta xwe bidomînin. Şenyaşar, bi lêv kir ku li dijî bêhiqûqiyê dayika wî li ber xwe dide û wiha got: “Hevjîna xwe û du lawên xwe windakirine, lawekî wê jî 4 sal in di hucreyeke yek kesî de girtî dimîne. Bila mirov nebêjin bila biçe mala xwe birûne. Ev zilmeke. Mala dayikê hatiye belavkirin, dayik dê çawa vê zilmê qebûl bike û biçe mala xwe weke tiştek nebûyî jiyana xwe bidomîne.”   ‘EM Ê JI BER EDLIYEYÊ NEÇIN’    Şenyaşar, bang li AKP’ê û Wezareta Dadê kir û meqamê herkesê heye lê dayika herkesê jî heye. Di dema dayik li malên xwe li odeyên gerim bi neviyên xwe ve mijûl dibin de Emîne Şenyaşar du sal in li ber edliyeyê tene “Edaletê” dixwaze û wiha berdewam kir: “Îdianameyek hate amadekirin. Dayik kurê xwe yê girtî dixwaze. Heta ew dernekeve wê ji ber deriyê edliyeyê neçe. Ev ne daxwazeke taybet e, dewleta hiqûqê tişta pêwîst pêk bîne wê kurê wê derkeve. Wê dayik jî nobeta xwe bi dawî bike.”   ‘EM Ê HEQÊ XWE HELAL NEKIN’    Şenyaşar, diyar kir ku guneha dayikê di stuyê herkesên ku di nava dewletê de xwedî rayeyekê ye û got: “Em heqê xwe ji wan re helal nakin.”   Malbat Nobeta xwe ya Edaletê ya li ber deriyê edaletê didomîne.