Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin 2022-11-16 09:02:56 RIHA - Li Rihayê welatiyan bal kişandin ser bihabûnê û wiha gotin: "Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin. Hema bêhna goşt bê me bes e."   Li welêt krîza aborî ji ber polîtîkayên desthilata AKP'ê her diçe kûrtir dibe. Ji ber vê fiyetê her tiştî biha dibe. Li Rihayê welatiyan got ku xelasiya ji krîza aborî, bi çûna desthilata AKP'ê pêkan e.   'EM GOŞT BÊHN DIKIN'   Kadîr Înce yê 48 salî yê penêrfiroş bi van gotinan tinazê xwe bi rewşa aborî ya Tirkiyeyê kir: "Jiyan super e, em debara xwe dikin. Em heftê 2 kîlo goşt dikirin, em peqlewê dikirin. Em pir qezenc dikin." Înce diyar kir ku herî dawî mehek berê nîv kîlo goşt kiriye û wiha got: "Em li malê 8 kes in. Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin. Em dibêjin bêhna goşt bê bes e. Em bêhn dikin, cardin dixin sarincê."   FIYETÊ PENÊR 4 QATAN ZÊDE BÛYE'   Înce bibîr xist ku desthilat dibêje "her kes dikare her tiştî bikire" û wiha axivî: "Lê ez nikarim bikirim. Ên dikirin ez pir meraq dikim bê çawa dikarin bikirin. Gava ez ji wan dipirsim, dibêjin ji kal û bavê me ji me re maye." Înce anî ziman ku berî penêr bi 15 lîreyan dikirîn û bi 20 lîreyî difirotin û got ku lê niha bi 55 lîreyan dikirin û bi 60 lîreyî difiroşin.   BANG LI CIWANAN KIR   Jineke ku nexwest navê wê bê eşkerekirin jî diyar kir ku nikare debara xwe bike û ev tişt anî ziman: "Sedema vê bihab, dewlet e. Dixwazin me bi saxî bikujin. Çareya wê sindoq in. Ciwanino biaqil bin, em ne biaqil bûn, lê hûn biaqil bin."   'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'   Îsmaîl Dogan ê 62 salî ku li ser înşeatan dixebite jî ev tişt gotin: "Em nikarin debara xwe bikin. Me kîsek şekir bi 100 lîreyî dikirî, lê niha bûye 500 TL. Tûpê metbexê bûye 300 lîre. Her tiş 3-4 qat biha bûye. Îjar em ê çawa debara xwe bikin." Dogan bilêv kir ku heqdesta wî 200 lîre ye û wiha bertek nîşan da: "Ma tu yê bi 200 lîreyî çi bikirî? Krîz heye. Kes nikare wê rast bike."    BERPIRS DESTHILAT E   Mehmet Bakir ê 24 salî ku betal e got ku debar zor bûye. Bakir diyar kir ku ji ber vê rewşê difikire xwe bikuje û wiha axivî: "Aborî rûxiyaye. Li Rihayê tu kar tune ye." Bakir anî ziman ku her tişt biha bûye û wiha pê de çû: "Bavê min pakêta cixareyê dide min. Pakêtekê dikire nîviyê wê dide min." Bakir destnîşan kir ku berpirsê vê rewşê rêveberên vî welatî û desthilata heyî ye û wiha got: "Çareserî çûna ji vî welatî ye."   Welatiyê bi navê Mehmet Candogdû jî destnîşan kir ku li vî welatî pergala aborî û perwerdehiyê rûxiyaye û nikarin debara xwe bikin.   Candogdû bilêv kir ku berpirsê vê rewşê hikûmet û Erdogan e û wiha got: "Divê biçe ku ev mesele çareser bibe."    Mîzbah Ûndûç jî bal kişand ser bihabûnê û got ku Tirkiye ji welatên Afrîkayê jî xirabtir bûye.   MA / Mujdat Can - Omer Akin