Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin 2022-11-15 16:46:14   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kampa Holê ku malbatên DAIŞ’iyan lê dimînin 2 zarokên keç hatin qetilkirin.    Li Kampa Holê ya li Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi înfazên DAIŞ’iyan di rojevê de ye, cenazeyên 2 zarokên keç ên 11 û 15 salî hatin dîtin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); çavkaniyên li kampê da zanîn ku hêzên ewlekariyê l i Beşa Muhacîrat a ku jinên DAIŞ’î lê dimînin cenazeyên 2 zarokên keç hatin dîtin. Hat zanîn ku cenaze hatine parçekirin.    Çavkaniyan da zanîn ku zarok bi eslê xwe ji Misrê ne lê belê têkildarî nasnameyên wan tu agahî nehatin parvekirin. Hêzên Ewlekariya Hundir derheqê mijarê de tu daxuyanî nedane.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kampa navborî gelek jin û zarok bi hinceta ku “li gorî fermana emîrên DAIŞ’ê tevnagerin” tên înfazkirin. Tevî ku hêzên li herêmê gelek caran bang li dewletan kirin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bibin û bidarizînin lê belê dewlet, xwe nadin ber vê daxwazê.