Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin 2022-11-15 16:12:07 ENQERE - Di hêceta biryara doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllari ya ku ji aliyê malbatên Keleş û Çalik ve pêk hatibû de hat îdiakirin ku bi qesta “qirkirin” nehatiye kirin.    7 endamên malbata Dedeogullari ku di 12’ê Gulana 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê bi êrişa nijadperest a ferdên malbatên Keleş û Çalik re rûbirû mabûn. Di 30’yê Tîrmehê de jî kujer Mehmet Altun li dijî ferdên malbata Dedeogûllari êrişek nijadperest pêk anî û 7 ferdên malbatê qetil kir. Her çiqas piştî êrişa 12’ê gulanê daxwaza tevdîra bo malbatê hatibû kirin jî lê ewlehiya jiyana malbatê nehat girtin û malbat hat qetilkirin. Danişîna doza derbarê qetlîama ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê de didome û doza êrişê jî li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê di 28'ê Cotmehê de bi dawî bû.   Lûtfî Keleş, biraziyê wî Alî Keleş û hevjîna wî Ayşe Keleş, kurên wî Alî Keleş û Îbrahîm Keleş, birayê wî Velî Keleş, xezûrê wî Yahya Çalik, kurên Çalik Ramazan Çalik û Alî Çalik ji sûcên êrişkirinê hatin darizandin. Di dozê de 2 jê girtî derbarê 9 kesan de ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hat birîn.   Di hêceta biryara doza êrişê de hat îdiakirin ku êrişa ku hatiye kirin sûcê ne li dijî mirovahiyê ye û ne bi qesta “qirkirinê” hatiye kirin. Di hêcetê de wek êrişek ji rêzê hat nîşandan.    Tevî êriş û tawanbariyê jî êrişkar ji dozê girtî neman û hemû hatibûn berdan.