Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin 2022-11-15 15:25:14   RIHA - Hevşaredar Abdullah Polat di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û wiha got: “Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya birûmet bidomînin û li dijî kesên dixwazin serî bi me bidin tewandin paşve gav neavêjin.”     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm li Şaredariya Pirsûsê, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê hat dayîn. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Dê qeyûm biçe em ê bimînin, em duh hebûn dê sibe jî hebin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Pirsûsê Abdullah Polat axivî ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin. Polat, da zanîn ku li cihên qeyûm lê hatiye tayînkirin qedexe di meriyetê de ne û wiha got: “Çalakî û xwepêşandanên demokratîk hatin qedexekirin. Zêdetirî 5 salan civînên li cihên girtî û vekirî, xwepêşandan, meş, daxuyanî, vegirtina konan, danîna stantan, çalakiyên rûniştinê, knser û hwd. hatin qedexekirin. Mixabin ku partiyên din ên muxalefetê li dijî darbeya li dijî vîna hilbijêrên HDP’î hatiye kirin, bêdeng man.”   Bi domdarî Polat anî ziman ku derheqê tu hevşaredarên HDP’î de heta niha tawanbariyên nelirêtiyê nehatine kirin û wiha bi dawî kir: “Hevşaredarên me, ev peywira xwe ya ku gel dabûyê bi serfirazî bi cih anîn û rûmeta gel binpê nekirin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya birûmet hîn mezintir bikin û li dijî tu zehmetiyan serî natewînin û dê paşve gav neavêjin.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.