Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê 2022-11-15 14:51:32   STENBOL - Hevdîtinên telefonê yên di navbera Ahlam Albasahir ku tê îdiakirin êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê pêk aniye û Serokê MHP’a Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan derketin holê.     Li Stenbolê di encama êrişa bombeyî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Tê îdiakirin ku êriş ji hêla Ahlam Albasahir ve hatiye kirin. Hevdîtinên li ser telefonê yên di navbera Albasahir û Serokê MHP’a Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan de derketin holê.    Li gorî qeyedên HTS’ê, hat tespîtkirin ku hejmara telefonê ya li ser navê Îlhan du caran bi Ahlam Albasahir re axivî ye. Li ser vê yekê jî midûriyeta emniyetê ji bo îfadeyê bang li Îlhan kir. Têkildarî mijarê Îlhan bi T24’ê re axivî. Îlhan li ser pirsa hevdîtinê ev bersiv da: “Raste rast li ser me tê lîstin. Ya ku vê dike jî rêxistina terorê ye.” Dema pirsa “lîstikeke çawa tê lîstin” jê tê kirin jî Îlhan wiha dibêje: “Ez niha guncav nînim, naxwazim biaxivim.”