Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn 2022-11-15 12:12:03   AMED - Li parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrelê 5 meh cezayê hefsê hate birîn.     Li parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ya Berê Çaglar Demîrel ji ber “Miletê tirk, hikumet, meclis û organên darazê biçûk xistî ye” 5 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Demîrel, tev li danişîna biryarê ku li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hate li dar xistin nebû, parêzerê wê Serdar Çelebî li wir amade bû.    Rojnamevanên ku xwestin danişînê bişopînin negirtin hundir. Dozgerê ku di danişînê de mutalaaya xwe dubare kir, îdia kir ku Demîrel di axaftina xwe ya di 5’ê mijdara 2016’an de kiriye de sûcê jê tê sûcdarkirin kiriye û xwest bê cezakirin.    Parêzer Serdar Çelebî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di heman mijarê de derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û 13 HDP’iyan de dayî bi bîr xist û xwest ev biryar di dosyayê de cih bigire. Çelebî, diyar kir ku dadgerê ku di vê dozê de beriya niha biryara daraza hesan dabû dîsa li vê dozê dinêre. Çelebî, xwest dadger ji dozê bê vekişîn û bal kişand ku axaftinên muwekîla wê di çarçoveya azadiya raman de ne. Çelebî daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Dadger, daxwaza Çelebî qebûl nekir û 5 meh cezayê hefsê li Demîrel birî. Dadger ceza taloq nekir.