AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da 2022-11-15 10:58:48   COLEMÊRG - AYM’ê ji ber ku Hevşaredarên Colemêrgê yên serdema berê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîfçtî neanîne danişînê derbarê wan de biryara binpêkirina maf da.    Hevşaredarên berê yên Şaredariya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî yên ku ji ber beşdariya daxuyaniya "rêveberiya xweser" a di 14'ê tebaxa 2015'an de li navenda Colemêrgê hatibû dayîn, bûbûn hatibûn binçavkirin, di 23'ê tebaxa 2015'an de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di 25'ê adara 2016'an de bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û hevgirtina dewletê" li Hatîpoglu û Çîftçî her yekî 15 sal ceza birî. 16’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind cezayên ku li hevşaredar û 8 kesên din bi wan re dihatin darizandin betal kir. Di danişîna ji nû ve di 26'ê çileya 2018'an de 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevşaredaran hat birîn.   Parêzerên hevşaredaran bi hêceta ku “di dema maqûl de darizandin, binpêkirina mafê azadî û rêgeza hevrûbûnê û ewlehiyê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.    BINPÊKIRINA MAF    AYM’ê daxwaza “darizandina di dema maqûl” de wek “ji spartinê bêpar” dît û red kir. AYM’ê ji bo ku hevşaredar di danişînê de nehatine hazirkirin jî wek “binpêkirina mafê darizandina adilane” nirxand.    Dadgeha Destûra Bingehîn her wiha "ji bo encamên binpêkirina mafê amadebûna danişînê ji holê rabe" biryara ji nû ve darizandinê da. Dosya dîsa şandin 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê.    MA / Adnan Bîlen