Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da 2022-11-15 10:34:09   STENBOL - Baroya Stenbolê têkildarî parêzer Jiyan Tosûn ku piştî teqîna li Taksîmê hedef hatibû nîşandan, du roj piştre daxuyanî da.    Baroya Stenbolê têkildarî parêzer Jiyan Tosûn ku piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê hedef hatibû nîşandan, du roj piştre daxuyanî da. Baroya ku ji ber xwedîderneketina li Tosûn rexne lê hatibûn kirin, wiha got: “Dema mijar bû mafên bingehîn û azadî, me tu carî ji xeta parastina mafan tawîz neda ye û nadin jî.”    Bi domdarî baroyê diyar kir ku endama baroya wan weke faîla bûyerê hatiye nîşandan û bi vê yekê re karîneya bêgunehiyê ya ku bingeha xwe ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Makeqanûnê digire hatiye binpêkirin. Baroyê, diyar kir ku divê derheqê kesên bûne sedema vê de lêpirsîn were destpêkirin.