Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin 2022-11-15 09:04:12   AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ne diyar kirin ku mehek e meclîs vebûye, lê hê jî rewşa girtiyan neketiye rojeva meclîsê. Malbatan xwest ku dengê wan bê bihîstin.   Di girtîgehan de zext û tundiyên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên nayên berdan yeko yeko jiyana xwe ji dest didin.   Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan di 16'ê Mijdara 2021'ê hatibû destpêkirin hê jî didome.    Malbatên girtiyan di çarçoveya Nobeda Edaletê de çûbûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî kiribûn û partiyên siyasî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û piştgiriyê soz dabûn. Lê heya niha tu soz nehatiye bicihanîn. Wezirê Dadê jî daxuyandibû ku dema meclîs vebe dê qanûnê ji bo girtiyên nexweş sererast bikin, lê çendî ku mehek e meclîs vebûye jî pirsgirêkên girtiyan neketine rojeva meclîsê.    Malbatên girtiyan bertek nîşanî bêdengbûna partiyên siyasî dan û xwestin ku pirsgirêkên girtiyan li meclîsê bên çareserkirin.   ‘SOZA WAN DEREW BÛ’   Încî Gulerê, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, bal kişand ser gotinên Wezirê Dadê ku gotibû "Dema meclîs vebû em dê qanûnê ji bo girtiyên nexweş sererast bikin" û ev tişt anîn ziman: “Me serdana partiyên siyasî jî kir. Wan soz da me ku çi ji destê wan were wê bikin, lê soza wan derew bû. Soza xwe bi cih neanîn. Wezîrê Dadê jî got, dema meclîs vebibe ew ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojeva meclîsê, lê mehek di ser vekirina meclîsê re derbas bûye, hê jî rewşa girtiyên nexweş nehatiye rojeva meclîsê. Lê heta daxwazên me bi cih werin em ê çalakiya xwe bidomînin. Ev salek e ku em li kolanan ji bo edaletê diqîrin, lê partiyên siyasî û tu kes dengê me nabihîse. Girtiyên ku nexweşiya wan giran e nayên berdan. Êdî însanetiya wan nemaye.”   ‘BILA SOZA XWE BI CIH BÎNIN’   Gulerê di berdewama axaftina xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan bang li partiyên siyasî kir û wiha got: “Mebesta me ya serdana partiyên siyasî ew bû ku rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin bixin rojeva meclîsê. Banga me ji partiyên siyasî ew e ku soza xwe bi cih bînin û rewşa girtiyan bixin rojeva meclîsê. Em tiştekî zêde naxwazin, tenê dibêjin bila girtiyên ku nexweşiya wan giran bên berdan û înfaza girtiyan neyê şewitandin.”   ‘EM DEV JÎ ÇALAKIYA XWE BERNADIN’   Reşahat Adayê jî, xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş xedar e û ev tişt gotin: “Daxwaza me ew e ku em cenazeyên xwe ji zindanan dernexin. Heta rêveberên dewletê çareseriyekê ji girtiyên nexweş re nebînin em dev ji çalakiya xwe ya edaletê bernadin. Banga me ji partiyên siyasî ew e ku pirsgirêkên girtiyan li meclîsê bînin zimên. Divê ew xwedî li soza xwe derkevin û ji zindanan re çareseriyekê bibînin. Heta daxwazên me bi cih neynin em ê li ber xwe bidin û doza edaletê bikin.”    ‘ZILMÊ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ FERZ DIKIN’   Nazîme Boltanê, dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, da zanîn ku  gardiyanan tahde li kurê we kiriye û wiha got: “Heke heq û hiqûqa wan hebûna zilm û zordariyê li girtiyên nexweş ferz nedikirin. Lê piştî çalakiya me ya nobeda edaletê zilma li ser girtiyan jî zêde bûye. Destekî kurê min tune ye û nexweş e. Lê gardiyanan pirtûkên wî avêtine erdê û lê ferz kirine ku bi destekî pirtûkan hilgire. 45 roj in em tu agahiyê jê nagirin. Ez ê çawa serê xwe bidim ser balîfê? Bila zilmê li girtiyan nekin. Yanî di tu qanûnan de tiştekî wisa tune ye.”   ‘DIVÊ REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ DI ROJEVA MECLÎSÎ DE BE’   Boltanê anî ziman ku divê pirsgirêkên girtiyan di rojeva meclîsê de be û ev bang li partiyên siyasî kir: “Ev mehek e ku meclîs vebûye lê rewşa girtiyên nexweş ne di rojeva meclîse de ye. Me daxwazên xwe gelek caran bi dubareyî anîn zimên, em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin û înfaza girtiyên ku cezayê wan qediyaye neşewitînin. Banga me li meclîsê ew e ku rewşa girtiyên me bixin rojeva xwe û çareseriyek bibînin.”   MA/ Mahmût Altintaş- Rûken Polat