Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide 2022-11-15 09:02:17   MÊRSÎN - Nivîskar Yûsûf Baran Beyî, avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çandê de wekî "dewlet dixwaze elewiyên xwe biafirîne" nirxand û wiha got: "Dewlet divê dest nede dîn û baweriyan. Ewilî divê hesabê komkujiyê ku kirine bide."    Bi biryarnameya bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Cemxaneyê hat avakirin. Lê bertekên elewiyan ên li dijî vê serokatiya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de didomin. Nivîskar û lêkolînerê elewî Yûsûf Baran Beyî ku vê biryarê nirxand got ku ev serokatî dê bi destê "dedeyên qeyûm" bê birêvebirin.   ZEXTÊN BI DEHAN SALAN    Beyî anî ziman ku ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha kesên ku dewletê bi rê ve dibin bi feraseteke tekparêz hereket dikin û got ku bi çavê dijminan li elewî, kurd û gelên din tê nihêrîn. Beyî destnîşan kir ku zêdetirî sed sal in elewî tên çewisandin û dewlet dixwaze wan bîne ser xeta xwe. Beyî axaftina xwe wiha domand: "Elewî piştî avakirina komarê rastî zirareke mezin hatin. Ocax û komeleyên elewiyan yeko yeko hatin girtin. Hema bibêje elewîtî hat asta binaxkirinê. Mûstafa Kemalê li ser desthilatê di çarçoveya tekparêziyê de civakên din kêm dîtin. Bawerî bi awayine din hatin vegotin. Lê kirin nekirin elewî nehatin asta wan. Pergalê jî her ku dît elewî bihêz dibin, bi rêbazên bişavtinê xwest wan bitepisîne."    NETEHEMÛLKIRINA ELEWÎTIYÊ    Beyî bal kişand ser Komkujiya Madimakê ku di 2'yê Tîrmeha 1992'yan de hat kirin û got ku piştî komkujiyê Weqfa CEM'ê hatiye avakirin û bi vê weqfê re serî li tepisandina elewiyan hatiye xistin. Beyî da zanîn ku bi vê re gelek kes ji baweriya xwe dûr ketine û asîmle bûne.   Beyî xwest ku elewî li hemberî vê projeya nû ya dewletê pir baldar bin û got ku ev mudaxeleya li meclîsê hatiye kirin nîşaneya netehemulkirina elewîtiyê ye.    Beyî wiha axivî: "Dixwazin cemxaneyan bi xwe ve girêbidin, dedeyên xwe tayinî wir bikin û fikr û baweriyeke li gor dilê xwe angajeyî civakî elewî bikin. Ev talûkeyeke xasûk û tarî ye li hemberî elewiyan. Elewî divê xwe radestî vê projeyê nekin. Ev serokatî, dixweza elewiyan têxe bin banê xwe, wan asîmîle bike, elewiyan ji rîtuelên wan dûr bixe û wan bişibîne xwe."   Beyî destnîşan kir ku dewlet bi vî awayî dixwaze elewiyan kontrol bike û got: "Amanc dikin ku elewiyên xwe biafirînin."    'DIVÊ DEWLET DEST NEDE BAWERIYAN'   Beyî destnîşan kir ku divê cemxane wekî îbadetxaneyan esas bên girtin û di warê qanûna bingehîn de bê mîsogerkirin û got: "Elewîtî, dînê wekhevî, aştî û xwezayê ye. Ev baweriya ku zirara wê nagihê tu kesî bihêz dibe. Dewlet vê yekê tamûl nake. Serokatiya Cemxaneyan, derî daxwazên elewiyan e. Divê tu elewî vê serokatiya dûrî statuya îbadetxaneyê ye qebûl neke. Dewlet ewilî divê hesabê komkujiyên xwe yên li hemberî elewiyan kirine bide. Serokatiya Karên Diyanetê divê bê fesixkirin bawerî azad bibin. Li vî welatî heya meseleya demokrasiyê neyê helkirin, ne elewî, ne kurd, ne jî xizan û kedkar dê rihetiyê nebînin. Dewlet divê dest ji Baweriyan berde û hemû bawerî bi awayekî sivîl serbest bên berdan."    MA / Mûkadder Akyol