Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne 2022-11-14 16:23:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Stenbolê daxuyanî da û wiha got: “Tu eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne.”    Navenda Paratina Gel (NPG) têkildarî êrişa li Cadeya Îstîklalê ya li Îstîklal a Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku tu eleqeya hêzên wan bi êrişê re nîne. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî derheqê êrişê de li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir. Ebdî, diyar kir ku eleqeya hêzên wan bi êrişê re nîne.    Parvekirina Ebdî ya têkildarî mijara behsa xeberê wiha ye: “Hêzên me diyar dikin ku tu eleqeya wan bi êrişa li dijî Stenbolê re nîne û em van tawanbariyan red dikin.” Di heman demê de Ebdî ji bo kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dayîn sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest.