Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e 2022-11-14 14:41:57   STENBOL - Prof. Dr. Yaman Akdenîz, piştî teqîna li Taksîmê biryara "tengkirina bant" a BTK'ê nirxand û diyar kir ku tengkirina bantê bi dizî hatiye kirin û ev yek sansûr e.    Di dema qedexeya weşanê ya li ser teqîna li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyogluya Stenbolê hat kirin, Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) li ser platformên medyaya dîjîtal tengkirina bant pêk anî. Prof. Dr. Yaman Akdenîz têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal agahî parvekirin û got: “Piştî êrişa bombeyî ya li Stenbolê, gelek caran bingeha qanûnî ya astengkirina mafê nûçe û agahiyan a welatiyan a bi qedexeya bant a li ser platformên medyaya civakî hatiye dayîn, tê pirsîn. Bersiva kurt ev e; di mevzuata Tirkiyê de tu bingeheke qanûnî ya giştî ji bo tengkirina bantê tune ye.”    Akdenîz diyar kir ku di qanûnê de rêgezek qanûnî heye ku destûrê dide cezayê "tengkirina bantê” bi awayê kêfî û ji bo sansurê were bikaranîn. Akdenîz da zanîn ku ji bo “tengkirina bantê” biryar ango erêkirina dadgeriyê şert e û ji bo sepana tengkirina bantê hewcehî biryara dadger nedîtine. Akdenîz destnîşan kir ku di van sepanên tengkirina bant de serokkomarî biryar dide û BTK jî disepîne û ev sepana tengkirin bant bi temamî veşartî tê kirin. Akdenîz vê sepanê wek cezakirinek kêfî nirxand.