Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê 2022-11-14 14:35:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke girêdayî Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo çendek hevdîtinan çû Bexdayê.    Şandeyeke ji Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo hevdîtina çû Bexdayê. Şande, li Bexdayê bi Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Abdulemîr Şemerî re hevdîtin kir.    Ofîsa Wezareta Karên Hundir têkildarî serdanê daxuyaniyek da û da zanîn ku mijarên weke ewlehiya sînor û êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatine nirxandin.