Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin 2022-11-14 12:38:57   STENBOL - Têkildarî êrişa li Taksîmê kesa ku tê îdiakirin bombe daniyê cihê teqînê jî di nav de bi giştî 46 kes hatin binçavkirin.    Di teqîna li Cadeya Îstîklalê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Kesa ku tê îdiakirin çenteyê bombekirî daniye cihê teqînê jî di nav de, hat ragihandin ku bi giştî 46 kes hatine binçavkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku kesa bi navê Ahlam Albahsir hatiye binçavkirin ku tê îdîakirin êriş pêk aniye.    55 BIRÎNDAR JI NEXWEŞXANEYÊ DERKETIN    Têkildarî teqînê her wiha Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî daxuyanî da. Koca, da zanîn ku ji 81 birîndaran 51 jê piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin û ev agahî dan: “Ji birîndaran 5 jê niha li beşa lênihêrîna awarte tên ragirtin. Bi giştî tedawiya 26 birîndaran didome. Mixabin ku rewşa du birîndaran giran e.”