Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir 2022-11-14 09:07:23 ŞIRNEX - Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest ên li ser pêlekanên dibistaneke li Bursayê hatibûn nivîsandin, gilî kir.    Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê, têkildarî nivîsên nîjadperest ên li ser pêlekanên Dibistana Navîn a Şehîd Komando Er Ramazan Okur a li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê hatibûn nivîsandin, li  Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê serlêdana sûc kir.   ‘HEDEF HATIN NÎŞANDIN’   Di serlêdana sûc de wiha hat gotin: “Her çend li ser zimanê zikmakî hin rastnivîsîn hebin jî, bi taybetî jî peyama ‘An bi tirkî biaxive yan jî hiş be’, bandoreke cihêkar û nefret li ser xwendekarên dibistana navîn dihêle û di warê derûnî de dibe sedema mexdûrkirina wan. Dîsa rêveberiya dibistanê di dibistanê de ji bilî tirkî kesên bi zimanê dayikê diaxivin nivîsên nijadperestî û cudaxwaz hedef girtin û  bi zimanekî ji bilî tirkî diaxivîn jî ji van nivîsên nîjadperestî bandor bûne rastî êrîşan hatine yan jî hatine astengkirin.“   ‘XWENDEKAR MEXDÛR KIRIN’   Baroyê di berdewama giliya sûc de ev tişt anî ziman: “Erka rêveberiya dibistanê ew e ku perwerde û hîndekarî li dibistanê bê kirin. Lê rêveberiya dibistanê li ser pêlekanên dibistanê nivîsên nefretê belav dike û kesên ku li dibistanê bi zimanekî din diaxivin an jî zimanê wan ê dayikê zimanekî din e hedef girtin û ji aliyê psîkolojîk û fizîkî ve mexdûr kirin.”   DAXWAZA CEZAKIRINÊ   Baroyê daxwaz kir ku derheqê peywirdarên dibistanê de lêpirsîn bê destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Ev bûyere, binpêkirina mafên mirovan e û nayê nîqaşkirin. Bi erka qanûnê, pêwîstiya giliyê kesên pêwendîdar ji aliyê baroya me ve pêwîst bûye û em daxwaz dikin ku li dijî kesên pêywirdar doz bê vekirin.”