ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-14 09:00:00     * Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengal Huseyin Sedo têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê axivî û diyar kir ku kes bi êrişan nikare civaka êzidî teslîm bigire û got: “Kê êrişî Şengalê bike em ê gav paşve neavêjin û civaka xwe biparêzin."   * Parêzer Zeynep Boztoprak diyar kir ku miwekîla wê Tenzîle Acar a ku bi nexweşiya jana zirav ketiye, ji ber ku li dijî ferzkirina muayeneya kelepçekirî derketiye nehatiye muayenekirin.    * Nûnerên rêxistinên girseya demokratîk bertek nîşanî terxankirina bûdçeya ji bo avakirina girtîgehên nû dan û diyar kirin ku divê budçe ne ji bo girtîgehan bê veqetandin û xwestin budçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin.   * Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku hincetên cezayê li miwekîla wî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn, ne hiqûqî ne û ew bi nirxandina mijarên ku ne di rayeya dadgehê de ne, li şûna kiryarên muwekîlê xwe, rabirdûya siyasî dinirxînin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 6016’an de berdewam dike.    * Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya Roja Nivîskarên Girtî li Komeleya Nivîskarên Kurd bijarteyeke helbestên helbestvanên girtî pêşkêş dikin. (18.00)