Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe 2022-11-13 16:46:29 ENQERE - Rejîma Îranê ku ev bi meha ye nikare berxwedana li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê têk bibe, niha jî serî li kesên weke “reformîst” da û hewl dide bi vî awayî çalakiyan têk bibe.    Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxwaza azadiyê hatin destpêkirin, du mehan li pey xwe dihêle. Li hêlekê berxwedan didome û li hêla din jî derdorên ku weke reformîst tên pênasekirin û ji xwe re dibêjin “muxalîf”, dest bi bangawaziyên “îtîdalê” kirin. Bikarhinêrên medyaya civakî yên Îranê jî ev derdor weke “kesên çalakiyan têk dibin” pênase kirin.    MIRINA AGAFAZLΠ   Hunermenda îranî ya 19 salî Yalda Agafazlî ku bi hinceta tevlibûna çalakiyan hatibû binçavkirin, 11 roj piştre hat berdan. Yalda Agafazlî 2 roj piştî berdanê întîhar kir. Li ser vê yekê bikarhinêrên medyaya civakî bal kişandin ser tacîz û tundiya di bin çavan de û bertek nîşan dan. Agafazlî, di bin şertên giran ên ewlekariyê de hat definkirin. Girseya ku tev li merasîma definkirinê bûy, soz dan ku dê hesaba qetilkirina jinan bipirsin.    JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ BANGA ÇALAKIYAN   Husseîn Ronaghî ku di 24’ê îlonê de hatibû girtin û rojek piştre dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, di bin çavan de her du lingên wî hatin şikandin û rejîm nahêle were tedawîkirin. Ronaghî, duh di danê nîvro de rakirin nexweşxaneyê. Îro di danê sibehê de ji bo Ronaghî û girtiyên din ên siyasî banga çalakiyên giştî hat kirin. Di bangawaziyê de wiha hat gotin: “Ji bo Hosseîn Ronaghî, ji bo Majîd Tawaklî, ji bo Shahrîar Shams, ji bo Fatemeh Sepehrî û ji bo her kesên hatine kuştin û windakirin, ji bo girtiyên siyasî, em dadikevin kolanên Îranê.”    REJÎMÊ GEF LI ROJNAMEGERAN XWAR   Ajansa bi navê Fars News ku girêdayî Mihafizên Şoreşê ye, di nûçeyên xwe de nûçegihanên îranî yên li derveyî welat dixebitin hedef nîşan da. Li ser vê yekê jî rojnamegerên ku li Tirkiye û li welatên din dixebitin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî fikarên xwe anîn ziman. Analîzkerê Rojhilata Navîn Jason Brodsky, rewşa rojnameger Selman Ruşdî ku Humeynî fermana mirina wî dabû bi bîr xist û ev peyam parve kir: “Rojnamegerên rejîma Îranê navên rojnamegeran jî didin û gefa lê dixwin. Heke me tiştek ji kêrkirina Salman Ruşdî fêm kiribe, ew jî ew e ku ev sorkirin gefeke mezin e. Sedema ku Mihafizên Şoreşê bikevin lîsteya terorê ya YE û Ingilistanê jî ev e.”    BANGA ‘ÎTÎDALÊ’   Berxwedana gel a bi daxwaza “Ne reform lê şoreş” hatiye destpêkirin didome û di vê navberê hinek kesên ku weke “reformîst” tên pênasekirin, li ser medyaya civakî dest bi bangawaziyên “îtîdalê” kirin. Mohammad Reza Tacîk ku demekî dirêj li ser kanalên dewletê yên Îranê weke şîroveker derdiket televîzyonê, di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Etemadê de banga “îtîdalê” li rayedarên hikûmetê kir. Tacîk, diyar kir ku divê rayedarên hikûmetê xwe ji şîroveyên ku çalakvanên ciwan bêhtir bihêrs dikin dûr bigirin û wiha got: “Ji bo ku gel hîn bêhtir bihêrs nebe, qet nebe bêdeng bin.” Edîtorê rojnameya Kayhanê Huseyîn Şerîatmadarî jî destnîşan kir ku gotina “pêşî” ya ku rejîm bo çalakvanan bi kar tîne dê bi xwe re tiştekî neyîne.    'ÎRAN LI LINGÊ XWE DIXE’   Akademîsyenê îranî Hadî Khanîkî jî got ku sedema bingehî a raperîna gel a li Îranê “marjînalkirina nifşê ciwan e” û ev nirxandin kir: “Guftûgot şert e lê rejîm bi berpirsyartiya xwe ranabe û quretiyê dike. Lewma jî ev pêvajoya guftûgoyê çênabe. Piranîparêziya di nava civaka Îranê de di nava van salên dawî de zêdetir bûye. Lê belê hikûmet hewl dide şêweyê jiyanê ya gel û tercîhên wan ên siyasî kontrol bike. Ji bo vê jî wan bisînor dike. Nifşê ciwan ê Îranê ji bo cihêkariya li Îranê bi dawî bike, li dijî rejîmê şer daye destpêkirin. Rejîm, înternetê qut dike û bi vê yekê re li lingê xwe dixe.”