Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin 2022-11-13 15:25:03   RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 615’an de didome û malbatê li ser medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 615’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de edliye girtî ye lewma jî malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    'ÊDÎ WISA BI ME BÛYE KU MIRIN TIŞTEKÎ ASAYÎ TÊ’    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Li erdnîgariya me hêj niha jî mirov tên kuştin û em veguherin civakeke wisa ku êdî van kuştinan weke tiştekî asayî dibînin. Divê guherî û veguherîn beriya di aboriyê de, ji ewil di mirov û civakê de hebe. Ji bo ku birûmet bijîn û hemû kes birûmet bijî em vê têkoşînê didin.”