5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin 2022-11-13 11:42:48   AMED - Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ji ber îstîsmarkirina zarokekî dihat darizandin û piştre hat berdan. 5 serokên navçeyan ên MHP’ê ku dixwesetin Kayaalp dîsa bibe serokê MHP’a Amedê lê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin, îstîfa kirin.      Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ji ber îstîsmara zayendî ya zarokekî hatibû girtin û ji hêla Navenda Giştî ya MHP’ê ve ji peywirê hatibû girtin. Di doza Kayaalp de biryara beraetê hat dayîn. Kayaalp, bi berdana xwe re ji bo dîsa bibe serokê MHP’a Amedê kete nava liv û tevgerê. Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistina MHP’ê Berpirsyar Edîp Semîh Yalçin jî hat Amedê û çendek hevdîtin kirin. Serokê MHP’a Sûrê Cemal Ayla, Serokê MHP’a Yenîşehîrê Yilmaz Kayaalp, Serokê MHP’a Çermûgê Veysî Îpek, Serokê MHP’a Pîranê Mehmet Orbay û Seroka MHP’a Liceyê Hamza Yilmaz ji bo ku Kayaalp dîsa bibe serokê MHP’ê yê bajar, pêşniyara xwe bi Yalçin re parve kirin. Lê belê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê jî her 5 serokên navçeyan îstîfa kirin.