Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin 2022-11-13 09:02:46 WAN - Parêzer Rûken Guven diyar kir ku berdana kiryar Sînan Altinmakas ê ku dest dirêjî Fatma Altinmakas kiribû, rê li ber kuştina Altinmakasê vekiriye û got ku hem di doza destdirêjiyê hem jî di ya cînayetê de biryarên şaş hatine dayîn.  Li navçeya Milazgir a Mûşê di 14'ê tîrmeha 2022'yan de Fatma Altinmakas ji aliyê Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Di danişîna dawî de bi sûcê "kuştina plankirî" cezayê muebeda giran li Kazim Altinmakas hat birîn.    Fatma Altinmakas beriya bê kuştin diyar kiribû ku Sînan Altinmakas, birayê Kazim Altinmakas, dest dirêjî wê kiriye û di 13'ê tîrmehê de li Qereqola Cendirmeyan a Konakkûranê giliyê Sînan Altinmakas kiribû. Hatibû hînkirin ku Altinmakas peyvekê jî bi tirkî nizane û di dema îfadeyê de gazî wergêr nehatiye kirin. Her wiha li qereqolê ji bo Altinmakas ê hatiye gotin ku "xwendinê nivîsandina" wê heye. Lê belê Altinmakas ku xwendin û nivîsandina wê tune ye, ji ber ku nikaribûye tahdeya lê hatiye kirin bîne zimên di îfadeya wê de nehatibû diyarkirin ku tahde lê hatiye kirin. Li gel giliya Altinmakas jî di lêpirsînê de derheqê kiryar Sînan Altinmakas de biryara neşopandinê hatibû dayîn.   Ji parêzerên dozê Rûken Guven anî ziman ku derbarê kesên din ên tiliya wan di kuştina Fatma Altinmakasê de hene, tiştek nehatiye kirin û got ku hem di doza destdirêjiyê hem jî di ya cînayetê de biryarên şaş hatine dayîn.    'BI SAÎQA TOREYÊ HAT KUŞTIN'    Guven, diyar kir ku Fatma Altinmakas bi biryara malbatê hatiye kuştin û wiha got: "Anku me parêzeran di destpêkê de diyar kiribû ku ev cînayet ji xeynî cînayeteke plankirî, bi saîqên toreyê hatiye kirin. Gava me ev got, a rast delîlên me hebûn, me tenê xwe nespart gotegotan. Me delîl bi dest xistin. Beyanên biraziyê Kazim Altinmakas hene ku dibêje Kazim ev cînayet bi saîqên toreyê kiriye. Ev şahid di dema bûyerê de jî li wir bûye. Ev şahid diyalogên kujer ên din ên roja bûyerê dizane, bihîstiye bê çi axivîne û di vî warî de beyanên wî hene. Bûka mala Fatmayê jî bûye şahidê bûyerê. Vê şahidê jî gotiye roja bûyerê Kazim pê re xeber daye û piştî Sînan hatiye berdan gotiye divê Fatma bê kuştin."   DADGEHÊ TORE ESAS NEGIRTIYE    Bi domdarî Guven diyar kir ku Fatma Altinmakas bi saîqa toreyê hatiye kuştin û wiha domand: "Axaftinên bi rêya telefonê yên di navbera ferdên malbatê de jî vê yekê nîşan dide. Kiryarê cînayetê Kazim ji Sînan tirsiyaye. Kazim gava tevî Fatmayê çûye qereqolê ji tirsa doza parastvan kiriye. A rast eşkere ye ku ev cînayet bi saîqa toreyê hatiye kirin. Lê dadgehê ev yek esas negirtiye. Me di hemû danişînan de daxwazên xwe yên ji bo vê yekê anîn zimên lê di her celseyê de heyet guherî. Tew di dema danişîna biryar dayînê de jî heyet guherî. Her cara me ev daxwaz kir, ev daxwaza me hat taloqkirin. Lê daxwazên me tu carî esas nehatin girtin. Û di danişîna dawî de bi hinceta ku dê danişîn dirêj bibe daxwaza me hat redkirin."    Parêzer Guven da zanîn ku ji ber ku biryar di çarçoveya saîqên toreyê de nehatiye nirxandin biryara hatiye dayîn kêm e.   GER KIRYAR NEHATA BERDAN…   Di berdewamê de Guven diyar kir ku berdana Sînan Altinmakas ê dest dirêjî Fatma Altinmakasê kiriye, rê li ber kuştinê vekiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Sînan gava hatiye berdan, telefonî Kazim kiriye. Her wiha hin ferdên din ên malbatê jî li ser hev telefonî Kazim kirine. Bi berdana Sînan re rê li ber mirina Fatmayê hat vekirin. Lewre gava Sînan tê berdan ji Kazim re dibêje Famayê bikuje. Kiryar jixwe ji Sînan ditirse. Me îtiraz kir, lê îtirazên me nehatin qebûlkirin. Anku gava delîl tune bin em nikarin cardin dosyeyê vekin. Lê em ê dosyeyê ji dadgeheke bilindtir re bişînin."