ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN 2022-11-13 09:00:23   *  Siyasetmedar Nûrsel Aydoganê diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” veguheriye dirûşmeke gerdûnî û wiha got: "Jinan malavayiya Ocalan kir, ji ber ku ev dirûşm di serî de jinên kurd diyarî hemû jinên cîhanê kiriye. Beşdaran bi vê dirûşmê dest bi axaftina xwe kirin."     * Parêzer Rûken Guven diyar kir ku berdana kiryar Sînan Altinmakas ê ku dest dirêjî Fatma Altinmakas kiribû, rê li ber kuştina Altinmakasê vekiriye û got ku hem di doza destdirêjiyê hem jî di ya cînayetê de biryarên şaş hatine dayîn.   * Rojnamevan Oznûr Deger ku di sala 2016'an de bi hinceta di nava "nîşeyê" de navê wê hebûye hatibû girtin, piştî 6 salan vê carê jî ji ber nîşeyên xwe yên nûçeyan hat girtin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 614’an de berdewam dike.    * Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê li SMF a li Kadikoyê bê ba hev û nîqaş bikin bê ka têkildarî binpêkirinên li girtîgehan dê rêyeke çawa bibînin. (11.00)   * Rêxistinên elewiyan dê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî elewiyan, bi awayekî hemwext li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyanî bidin. (14.00)    * Jinên Colemêrg û Îzmîrê dê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyê bidin. (14.00-17.30)   * Panela bi mijara “Wêje û zindan” a Komeleya Nivîskaran û PENa Kurd li Komeleya Nivîskarên Kurd bê lidarxistin. (18.00)