Li Girtîgeha Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin 2022-11-13 08:59:01 AMED - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin. Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li dijî girtiyan bênavber didomin. Hat zanîn ku di 10’ê mijdarê de li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê 3 girtî hatine sirgûnkirin. Hat ragihandin ku girtî bi awayekî keyfî hatine sirgûnkirin û ji bo sirgûnkirinê tu sedem nehatine destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de ji girtiyan Ferhat Onkol sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê, Omer Ezer sirgûnî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê û girtiyê bi navê Mahmût Kahraman jî nehat zanîn bê ka li kîja girtîgehê hatiye sirgûnkirin.    Hat zanîn ku di dema sirgûnkirinê de rêveberiya girtîgehê nehişt ku girtî tiştên xwe bi xwe re bibin û niha di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiyên hatine sirgûnkirin, demek berê ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ketibûn greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan.