Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek banga berdanê hat kirin 2022-11-12 15:39:20   ENQERE - Girtiya nexweş Ozge Ozbek tevî ku rapora wê ya “nikare di hefsê de bimîne” heye jî berdana wê ji aliyê ATK’ê ve tê astengkirin. Ji bo Ozbek banga berdanê hat kirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 427’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Dermankirin maf e nayê astengkirin û girtiyên nexweş bila bên berdan" hat vekirin. Hevseroka ÎHD'a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin.    Turgut destnîşan kir ku 6 sal û 3 meh ceza li Ozbek hatiye birîn û beriya bê girtin li Amedê wek karmendek dewletê dixebitî. Turgut da zanîn ku ûr di serê Ozbek de ye û li gel rapora wê ku nexweşxaneyê daye wê “nikare di hefsê de bimîne” jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora wê qebûl nake û berdana wê asteng dike. Turgut diyar kir ku Ozbek nikare pêdiviyên xwe rojane bi cih bîne û mafên wê tên binpêkirin. Turgut got tedawiya Ozbek nayê kirin û xwest ji bo tedawiya wê bê kirin demildest bê berdan.