Ji bo girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin 2022-11-12 14:51:28   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, ji bo girtiyê nexweşê giran Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya 263’yemîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc dimirin” û “Girtiyên nexweş ên giran dimirin bêdeng nebe” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku yê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tê ragirtin.    Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin bi bîr xist ku dema Boku Hevserokê HDP’a Tûrgûtlûyê bû ji ber xebatên xwe yên siyasî di 14’ê sibata 2022’yan de bi serdegirtina malê hate binçavkirin û di 21’ê sibatê de hate girtin. Aydin, da zanîn ku di encama darizandinê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” li Boku 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê hate birîn û bi biryarê re girtina wî berdewam kir.    ‘DIVÊ BOKU BÊ BERDAN’   Aydin, anî ziman ku bêyî ku Boku bikeve girtîgehê ji gurçik, fitika ran û piştê û ji her du çavên xwe emeliyat bûye û bi lêv kir ku di girtîgehê de bi nexweşiya dil ketiye. Aydin, bal kişand ser nexweşiyên din ên Boku û destnîşan kir ku ji ber temen û şertên nexweşxaneyê ji bo nexweşiyên wî pêş ve neçin divê bê berdan.”