Aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên hatin windakirin hate pirsîn 2022-11-12 14:33:17   AMED - Malbata Alî Tekdag ê di sala 1994'an de li Amedê li nava kolanê bi darê zorê li wesayîtê hate siwarkirin û revandin, aqûbeta wî pirsî û got: "Em dizanin hatiye binçavkirin, bila înkar nekin. Em gor û hestiyên xwe dixwazin." Malbatên windakiriyan li Êlihê jî aqûbeta Ahmet Yetîşen ê di binçavan de hate windakirin pirsîn.    Malbatên windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 718’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqubeta Alî Tekdag ê di 13'ê mijdara 1994'an de piştî li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hate binçavkirin û dû re hate windakirin pirsîn.     Xwişka Alî Tekdag ku hatiye winda kirin Îffet Mûtaş a axivî, bi lêv kir ku hetanê xwîna xwe ya dawiyê ew dê pey kesên hatine windakirin bin. Mûtaş, diyar kir ku ew hestiyên birayê xwe dixwaze û ew biçe jî dê zarokên wan pirsa windakiriyan bikin. Mûtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku birayê min hatiye binçavkirin lê dewlet hêj jî înkar dike. Ez heqê xwe helal nakin. Em xilas nabin, em pir dibin, şîn dibin û na qedin. Birayeke min jî sala 1993’yan hate qetilkirin. Em gor û hestiyên xwe dixwazin. Heta faîl neyên cezakirin em dest ji tekoşîna xwe bernadin.”   HEVJÎNA TEKDAG ŞAHİDÊ BÛYERÊ BÛ   Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Alî Tekdag ê di 13’yê mijdara 1994’an de li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hatiye windakirin xwend. Akdenîz, xwest ku berpirsyar bên tespîtkirin û darizandin û ji bo Alî Tekdag edalet xwest.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di çalakiya ku rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên Bajêr, Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan û endam û rêveberên ÎHD'ê tev li bûn de, aqûbeta Ahmet Yetîşkîn ê di 14'ê mijdara 1994'an de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn.    Rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Abdûrrezak Katmaz, diyar kir ku heta faîl bên dîtin wê aqûbeta windakiriyan bipirsin. Katmaz, dû re çîroka Ahmet Yetîşen ê hate windakirin xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.