Mîthat Sancar serdana esnafên Merdînê kir 2022-11-12 13:49:42   MERDÎN - Hevserokê HDP'ê yê Giştî Mîthat Sancar bernameya xwe ya li Merdînê bi serdana esnafan re berdewam kir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di çarçoveya bernameya xwe ya li Mêrdînê de serdana esnafên li ser cadeya Merdîna kevin kir. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Pero Dundar û Îmam Taşçier jî bi Sancar re bûn. Esnafên cadeya Merdînê Sancar bi awayekî ci coş pêşwazî kirin û xerhatina wî kirin. Sancar jî rewşa esnafan pirsî û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Esnafan hem gazînên xwe yên qirîza aborî hem jî ji ber hatina Sancar kêfxweşiya xwe vegotin. Sancar, diyar kir ku wê pirsgirêkên heyî bi hev re çareser bikin û serdana xwe domand.    DIMENÊN RENGÎN   Piştî serdana esnafan Sancar û şandeya pê re rastî welatiyêkî ku di kolanan de stran digotin hatin û çûn cem wî û dîmenên rengîn derketin holê. Welatî girse bi kêfxweşî pêşwazî kir û ji wan re stranên kurdî gotin û bi hev re wêne kişandin.    Piştî serdana esnafan girse derbasî Navenda HDP'ê ya Merdînê bû. Bernameya Sancar wê bi civînekê bi kesayetên pêşeng ên gelê ereb re dewam bike.